Genel Energy yedega petrola kêlgeha Teqteqê zêde kir

15-02-2018
RÛDAW
Nîşan Genel Energy Teqteq Kurdistan Petrol Yedeg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya Genel Energy ku li kêlgeha Teqteqê ya Herêma Kurdistanê dixebite eşkere kir ku "qebareya yedega petrola kêlgeha Teqteqê di encama kolandina bîreke nû ya petrolê de Genel Energy bi rêjeya %40 zêde bûye".

 

Rêveberê Cîbîcîkar ê Genel Energy Murat Ozgul ragihand ku zêdebûna yedega petrola Teqteqê dê bibe sedema wê yekê ku asta berhemanîna petrolê li wê kêlgehê cîgir be.

 

Ji aliyê din ve jî, kompaniya Genel Energy diyar kiriye ku li ser hinardekirina petrolê di Mijdara 2017an de ji kêlgeha Teqteqê, qasî 11 milyon û 50 hezar dolar wek heqdest ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji wan re hatiye dayîn.

 

Kompaniya Genel Energy ku yek ji kompaniyên beşdar ên geşepêdana kêlgeha Tawkê ya li Herêma Kurdistanê ye eşkere kiriye ku kompaniya DNO ya hevbeş, qasî 54 milyon û 730 hezar dolar wek heqdestê hinardekirina petrolê ji kêlgeha Tawkê wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst