Li Erzeromê xwedîkirina pez û çêlekan zêde bûye

14-11-2021
Ferdî Sak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê, yek ji wan parêzgehên girîng ên berhemhênerê samanên ajel e li ser asta Tirkiyê. Ji xeynî dabînkirina pêdiviyên bazara navxwe, salane hejmareke zêde ya wan golikên li Erzeromê tên bi xwedîkirin, bo parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tên hinardekirin.

Osman Akar, Rêveberê Kiştûkalî û Ajeldarî ya Erzeromê ragihand, “Em parêzgeheke berhemhêner in, wan berheman tenê bo xwe nakin. Salane nêzîka 170-180 hezar golik bi fermî tomar dikin. Ligel vê em parêzgehek in di warê ajeldarî de piştgiriyeke baş a tevahiya Tirkiyê dikin. Di salekê de 150-200 hezar çelek dişînin parêzgehên din.”

Berfirehiya çêrgehên Tirkiyê 16 milyon hektar e û ji sedî 11ê wî rûberî li parêzgeha Erzeromê ye. Li gor amarên fermî, di 4-5 salên borî de berdewam hejmara golikan li vê parêzgehê zêde bûye. Rêveberê Kiştûkalî û Ajeldarî ya Erzeromê dibêje, di bixwedîkirina golikan de parêzgeha wan li ser asta Tirkiyê di rêza duyem de ye.

Rêveberê Kiştûkalî û Ajeldarî ya Erzeromê, herwiha dibêje, “Em tenê di salekê de bi wê hejmara dişînin parêzgehên din, herwiha 869 hezar ser miyên me hene, rasterast dikarin bibêjin li ser asta Tirkiyê yekem in. Niha li gor hejmara akinciyan û dabeşbûna hejmara çêlekan, di berhemanînê de Erzerom yekem e.”

Li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê yên Hezîrana 2020an, li Tirkiyê hejmara çêlekan bi hemû corên xwe 18 milyon û 615 ser û hejmara mî û bizanan jî 55 milyon û 63 hezar ser bûye. Di 2019an de Tirkiye xwediyê 17 milyon û 688 hezar û 139 çêlek bûye û ji wê hejmarê 825 hezar û 725 golik li parêzgeha Erzeromê bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst