Erdogan: Tirkiye digel Herêma Kurdistan û Exxon Mobil rêkeftin îmze kir

14-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, digel hikûmeta Herêma Kurdistan û şîrketa amerîkî ya petrolê Exxon Mobil li ser derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê lihev kirine.

Li gorî nûçeya ajansa Anadolu, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro (14.05.2013) beriya ku ber bi Amerîka ve biçe, li balafirxaneya Enqereyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan da zanîn ku digel hikûmeta Herêma Kurdistan û şîrketa Exxon Mobil li ser derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê lihev kirine.

Li gorî nûçeyê Erdogan derheqê naveroka rêkeftinê de agahiyên zêde neda.

Şîrketa Exxon Mobil beriya niha jî digel Herêma Kurdistanê ji bo derxistina petrolê rêkeftin îmze kiribû lê rastî nerazîbûna hikûmeta Iraqê hatibû.

Şîrketa Exxon Mobil li deverên Raniye, Ruwandiz, Soran ên Herêma Kurdistanê li petrolê digere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst