Kuwêt 2 milyar dolar dide Iraqê

14-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kuwêt Kongre Avakirin Iraq Şêx Sabah El Ehmed Cabir El Sabah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kongreya Avakirina Iraqê ya li Kuwêtê di roja xwe ya sêyem de berdewam e. Kuwêt dê 2 milyar dolar alîkarî bide Iraqê.


Emîrê Kuwêtê Şêx Sabah El Ehmed Cabir El Sabah di Kongreya Avakirina Iraqê ya li Kuwêtê de gotarek pêşkêş kir û got, divê welatên cîhanî zerara Iraqê di şerê dijî DAIŞê de dîtiye bibîne.


Şêx Sabah El Ehmed Cabir El Sabah ku welatî wî sponsoriya kongereyê dike got: “Kuwêt dê milyarek dolar deyn bide Iraqê. Herwiha ji bo hilberan û avakirinê jî milyarek dolar veqetine.”


Kongreya Navdewletî ya bo Avakirina Iraqê ku 12yê mehê dest pê kir Kuwêt, Iraq, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF) piştgiriyê dikin.


Di Kongreya Avakirina Iraqê ji 70 welatan derdora 850 şirket beşdar bûne û sektorên perwerde û tendirûstiyê du beşên serekî yên avakirinê ne. Şanda Herêma Kurdistanê jî beşdarî kongreyê bûye û di ware tendirûstî, perwerde û yên din de projeyên xwe pêşkêş dike.


Wezîrê Plandanîna Iraqê Selman Cumeylî di yekem roja kongreyê de ragihand ku pêvajoya avakirina Iraqê pêwîstî bi 88.2 milyar dolar heye. Cumeylî herwiha diyar kir ku rewş ji bo destpêkirina pêvajoya avakirina Iraqê guncaw e.  


Parlementera Kuwêtî Sefa Haşimî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê rexne li Kongreya Navdewletî ya ji bo Avakirina Iraqê girt û gotibû: “Gotinek heye dibêje: Li şûna ku tu masiyek bidî min, fêrî min bike ka ez çawa nêçîrê bikim. Hikûmetên Iraqê li pey hev şikesta xwe îsbat kirine li ser cardin avakirin û bidestxistina geşepêdanê bo gelên xwe, çima 100 milyar dolar radestî wan dikin?!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst