Ji cotkarên kurd re mizgînî: Parlamentoyê biryarek giring da!

13-03-2017
RÛDAW
Nîşan Cotkar Iraq Deyn
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Perlamentoya Iraqê derbarê deynên cotkarên Iraqê de biryarek derxist û hikûmetê jî pabend dike da ku pereyê genim û cehê cotkaran bide.

 

Serokê Koma Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Mûsenna Emîn ji Rûdawê re ragihand, ku biryara parlamentoyê ji du beşan pêk tê.

 

Musenna Emîn got; “Beşa yekemîn, divê hikûmeta Iraqê şayisteyên darayî anku heqê berhemên cotkarên Kurdistanê weke ya parêzgehên din ên Iraqê dabîn bike. Beşa duyemîn jî divê hikûmeta Iraqê di nav 30 rojan de pereyê salên 2014, 2015 û 2016ê bide cotkarên Kurdistanê.”

 

Parlamenterê PDKê yê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah jî ev agahî piştrast kir û diyar kir, ku  divê hikûmeta Iraqê di nav 30 rojan de pereyê hemû cotkarên kurd bide.

 

Hevdem Parlamenterê YNKê Newzad Resûl jî ji Rûdawê re got; “Li gorî biryarê divê ti kêmasiyek di dayîna pereyên cotkaran de nebe.”

 

Wezareta Bazirganiya Iraqê niha 69 milyar dînarê sala 2014ê, 243 milyar dînarê sala 2015ê û 590 milyar dînarê sala 2016ê deyndarê cotkarên Herêma Kurdistanê ye. Deynên cotkaran bi giştî dike 902 milyar dînar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst