Bîra petrolê teqiya: 3 qurbanî

13-02-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kerkûk Petrol Bîra petrolê ya Bay Hesen
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê li bîrên petrolê yên Bay Hesenê ji ber “dewsîna zêde” teqînek qewimî û di encamê de 3 xebatkaran jiyana xwe ji dest dan.

 

Endamê Komîsyona Enerjiyê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê Necat Hisên daxuyaniyek da û got: “Li bîrên petrolê yên Bay Hesenê di dema tamîra depoyan de ji ber dewsîna zêde, teqînek qewimî û 3 xebatkaran jiyana xwe ji dest dan.”

 

Hisên aşkere kir, ku di encama wê bûyerê de 7 karker jî birîndar bûne û bo wergirtina çareseriyên pizîşkî, ew ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

 

Li ser vê teqînê hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirine.

 

Serperiştiya bîrên petrolê yên Bay Hesen ji Hezîrana 2014an ve di destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

 

Ji van bîrên petrolê, rojane nêzîkî 200 hezar bermîlên petrola xav, bi rêya xeta boriyê ya Yumurtalikê bo Bendera Ceyhanê tê hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst