IEA: Hinardekirina petrola Îranê li gorî meha gulanê 36% kêm bûye

11-07-2013
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê (IEA), ragihand ku rêjeya hinardekirina petrola Îranê li meha Hezîrana îsal li gorî meha Gulanê 36% kêm bûye û gihîştiye 800 hezar bermîl di rojekê de.

Li gorî raporeka IEAyê ku îro (11.07.2013) hatiye belavkirin, rêjeya hinardekirina petrola Îranê meha Gulana îsal milyonek û 250 hezar bermîl di rojekê de bû lê meha Hezîranê ev rêje 36% kêm bûye û daketiye 800 hezar bermîlan.



Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê-IEA

Lê li gorî rapora meha borî ya IEAyê, Îranê meha Gulanê rojane milyonek û 350 hezar bermîl petrol hinarde dikir.

Çînê jî ku meha Gulanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Îranê hawirde dikir di meha Hezîranê de daxist 390 hezar bermîlan.

Li gorî rapora ajansê, Japonya jî di meha borî de rêjeya petrola ku ji Îranê hawirde dikir bi qasî 50% kêm kir û tê gotin niha kêmtirî 100 hezar bermîl hawirde dike. Japonya meha Gulanê rojane 240 hezar bermîl petrol ji Îranê hawirde dikir.

IEAyê da zanîn, rêjeya berhemanîna petrola Îranê meha borî zêde bûye û gihîştiye 2.7 milyon bermîl di rojekê de.

Rêxistina welatên hinardekarên petrolê (OPEC) jî di rapora xwe ya herî dawî de ku pêr hat belavkirin, rêjeya berhemanîna petrola Îranê di meha Hezîranê de 2 milyon û 669 hezar bermîl di rojekê de dabû zanîn.

Di beşek din a rapora ajansa navdewletî ya enerjiyê de hatiye pêşbînîkirin ku ligel kêmbûna rêjeya berhemanîna petrola Lîbya û aloziyên Misrê, sala 2014an dê rêjeya berhemanîna petrolê di cîhanê de 1.3 milyon bermîl zêde bibe û ev jî di 20 salên borî de cara yekê ye diqewime.

Li gorî rapora ajansê, ez zêdebûn dê ji aliyê welatên ku endamên OPECê nînin dê pêk bê û ji ber wê jî pêwîstiya cîhanê bi petrola OPECê zêde nabe û herî zêde Amerîka dê petrolê berhem bîne.

Ji ber ku tê pêşbînîkirin Amerîka sala bê ji kevirên bi navê “şîl” petrola xwe bi qasî 530 hezar bermîl di rojekê de zêde bike.

Li gorî pêşbîniyên IEAyê, di cîhanê de daxwaziya petrolê dê sala 2014an li gorî îsal milyonek û 210 hezar bermîl zêde bibe.

Lê li gorî OPECê, ev rêje dê milyonek bermîl be.


Tê zanîn, Îran ji ber bernameyên xwe yên etomî ketiye bin dorpêçên navdewletî yên aborî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst