Mirîşk zererê didin Kurdistanê

12-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)Piştî ku Hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê biryar da, ku rê bi derbasbûna berhmenên mirîşkan ên ji Kurdistanê bo beşa erebî ya Iraqê neyê dan, Herêma Kurdistanê bi hezaran dolar zerar kir.

Komisyona Anflunzaya Balindeyan a bi ser Wezareta çandiniyê ya Hikûmeta Iraqê ve, ji Herêma Kurdistanê derbasbûna goştî bo navend û başûrê Iraqê qedexe kiribû.

Rêvebirê Çavkaniyên Ajelan a Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Remezan Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku di 10ê Çileya îsal de li Dihokê du buyerên anflunzaya balindeyan hatibû dîtin.

Remezan Mihemed diyar kir ku herdu bûyerên anflunzaya balindeyan ji aliyê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ve hatine kontrolkirin û piştî wê yekê jî li Herêma Kurdistanê anflunzaya balindeyan nehatiye dîtin.

Mihemed anî ziman her çi qasî li Herêma Kurdistanê anflunzaya balindeyan hatibe kontrolkirin û ji holê hatibe rakirin jî, lê hêj Bexdayê qedexeya derbasbûna berhmenên mirîşkan ên ji Kurdistanê bo beşa erebî ya Iraqê, ranekiriye.

Rêvebirê Çavkaniyên Ajelan a Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje kir ku ji ber wê biryara Bexdayê bazara mirîşkan rastî zererek mezin hatiye û wê yekê bandor li dahatên Herêma Kurdistanê jî kirine.

Li gor agahiyan Rûdawê bidest xistin, li kargehek a mirîşkan ji ber anflunzaya balindeyan 700 hezar mirîşk hatine telefandin.

Mihemed herwiha got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê derhanîna goşt ji sedî 50 kêm bike.

Salê 90 hezar ton mirîşk tên hilberandin

Li gor daneyên Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê salê 90 hezar ton goştê mirîşkan tê hilbierandin.

Pêwîstiya Herêma Kurdistanê salê bi 130 ton goştê mirîşkan heye, lê dîsa jî berhemdêrên Başûrê Kurdistanê goştê mirîşkan bi zehmetî bazarê de difiroşin.

Pêşmerge mirîşkan hawirde dike

Li gor agahiyan Rûdawê Wezareta Pêşmerge, Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Karên Civakî goştê mirîşkan ji derve hawirde dikin. Di vê çarçoveyê de di sala 2015an de 38 ton goştî mirîşkan hatiye îthalkirin.

Rêveberê Lêkolîn û Plankirinê yê bi ser Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwer Omer ji Rûdawê re wiha got: “Ji ber ku buhayê mirîşkên sax girantir e berhemdêrên mirîşkan mirîşkan bi saxî difiroşin.”

Enwer Omer da zanîn planeke ya wan heye û got: “Emê berhemên mirîşakên ên berhemdêran bikirin û di depoyan de bi parêzin û demeka pêwîst bibe emê bo bazare veguhezin. Herwiha emê hawirdeyê ji sedî 75 kêm bikin.”

Peşrew Xalid ku li Şaklawa xwediyê kargeha mirîşkan e ji Rûdawê re diyar kir, zêdetirî 30 hezar mirîşk hilberandiye û ji ber ku mirîşkên tên hawirdekirin, mirîşkên wan nayê firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst