Îsal berhema pembo li Rojavayê Kurdistanê ji par kêmtir dibe

10-09-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Berî kirîza Sûriyê berhema pembo li Rojavayê Kurdistanê, %40 berheman pembo li tevahiya Sûriyê pêk dianî.
Berî kirîza Sûriyê berhema pembo li Rojavayê Kurdistanê, %40 berheman pembo li tevahiya Sûriyê pêk dianî.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Pembo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojavayê Kurdistanê yek ji deverên herî dewlemend e di çandiniya pempo de li seranserî Sûriyê, bi awayekî ku berî kirîza Sûriyê, berhema pembo li Cizîrê gihiştibû rêjeya %40 ji tevahiya berhema pembo li Sûriyê. Rêveberiya Çandiniya Hesekê ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve pêşbînî dike, ku berhema pembo îsal bigihîje nêzîkî 12,300 tonan.

Salên berê, navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji herêma Cizîrê heta Kobaniyê û Herêma Efrînê, di çandiniya pembo de, li ser asta Sûriyê pêşeng bûn.

Çandiniya pembo, li Herêma Cizîrê, bêhtir li zeviyên Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Girbawî, Til Birak, Til Hemîs û gundewarên Hesekê û Qamişlo ye. Mûsimê îsal jî, li piraniya zeviyên wan navçeyan, weke salên berê, pembo nehate çandin.

Mûsimê çandiniya pembo yê sala 2019an, ji dawiya Nîsana bihrî ve dest pê kiribû. Çinîna pembo ji serê vê meha Îlonê ve, dest pê kiriye û bêhtir ji mehekê dirêj dike.

Şarezayekî çandiniyê kêmbûna çandinî û berhemanîna pembo li Cizîrê vedigerîne hinek sedeman, ji wan jî: Buhabûn û kêmbûna semad û mazotê, nebûna avê, kêmbûn û buhabûna destê kar, tirsa ji şewatê û derketina nexweşiyên pembo li hinek deveran.

Li gorî zanyariyên ku ji berpirsekî Rêveberiya Xweser hatine bidestxistin, rûberê çandiya pembo li Tebqayê 7 hezar donim, li Reqayê 170 hezar donim, li Minbicê 650 donim, li Kobaniyê 600 donim û li Cizîrê 700 donim e.

Sedema zêdebûna çandiniya pembo li Reqayê ew e, ku sûd ji ava Çemê Ferat tê wergirtin, ji ber wê yekê jî xercî li ser çandiniyê kêmtir e.

Ev yek di demekê de ye, ku li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Hikûmetê li parêzgeha Hesekê, berî krîza Sûriyê, berhema pembo li Cizîrê gihiştibû rêjeya 40% ji tevaya berhema pembo li hemû Sûriyê.

Rêveberiya Çandiniyê ya Hesekê ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve pêşbînî dike, ku berhema pembo îsal bigihêje nêzîkî 12,300 tonî, ji tevaya rûberê çandî yên vê berhemê ku 3,075 hektar e.

Di demekê de ku berhema pembo sala par gihiştibû 16,000 tonî ji tevaya rûbrê çandî ku 5,565 hektar bû.

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, mûsimê par, Rêveberiyê tenê 6,000 ton ji pembo ji cotkaran wergirtibû.

Derbarê nirxê kirîna pembo ji cotkaran jî, Rêveberiya Xweser heta niha bi fermî ti daxuyanî ji bo nirxê pomboyê îsal ranegihandiye. Lê mûsimê par, nirxê her kîlogrameke pemboyê bi 290 lîreyan bû.

Hikûmeta Sûriyê nirxê kirîna pembo ji cotkaran, ji bo mûsimê îsal, bi 360 lîreyan ji bo her yek kîlogramê, destnîşan kiriye, ango bi 10 lîreyan ji nirxê sala par bêhtir e.

Di dema heşt salên krîza Sûriyê de, berhema pembo, weke hemû berhemên din ên çandiniyê, tûşî gelek ziyan, zehmetî û astengiyan bûye.

Bandora nerênî ya vê rewşê jî, li ser debara jiyana welatî, cotkar û xwediyên zeviyan hebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst