Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îsal 272 esnafan ji ber zêdebûna xerciyan dikanên xwe girtine.
Serokê Odeya Esnaf û Pîşekaran a Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglu hejmara esnafên ku îsal neçar bûne dikan û kargehên bigirin eşkere kir.
Li gorî amarên Odeya Esnaf û Pîşekaran a Amedê (DESOB), 2023yan 4 hezar û 239 esnafên nû navê xwe tomar kiribû û hezar û 346 esnafan jî navê xwe jê biribû.
Herwiha di nav 4 mehên îsal de hejmara dikanên ku hatine girtin zêde bûye û 272 esnafan navê xwe jê biriye û 847 esnafên nû jî navê xwe tomar kiriye.
Odeya Esnaf û Pîşekaran a Amedê diyar kir ku beriya 10 salan li parêzgehê hejmara dikanan 5 hezar û 500 bû lê niha daketiye 2 hezar dikanan û sedema bingehîn jî enflasyon, bêkarî û hejarî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse