Qeyrana aborî li Amedê girantir dibe

09-11-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Qeyrana aborî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji ber qeyrana aborî dikandarên Amedê li ber topavitinê ne. Ji ber qeyrana aborî û nebûna kirryar û muşteriyan li Amedê di nava salekê de bi sedan dikan hatine girtin. Herwiha gellek dikan jî bi girtinê re rûbirû ne.

 

Hinek dikandar vê yekê bi mol û marketên mezin ve girê didin, hinek jî bi şer û aloziyan ve, hinekê din jî bi nehatina geştiyarên biyanî ve girê didin.

 

Ev sûka binerdê ya ku kelûpelên diyariyê difiroşe bi piranî xalî û vala ye. Ev sûka li taxa Ofîsê li taxa herî qelebalix a Amedê ye, lê kirryar û muşteriyên van dikanan kêm û degme ne. Heta du sal berê jî her deqe bi xelkê me mişt tije bû. Ji ber vê qeyranê niha dikandar li ber topavitinê ne.

 

Dikandar, Mûrat Demîrkol di vê bareyê de ji Rûdawê re got: "Bi rastî li Amedê qeyraneke giran heye. Di warê aborî de her kes ji vê bêzar e. Her kes bi gilî û gazind e. Karê dikandar û esnafên biçûk jixwe mirî ye. Dikandar îş û kar nakin. Dikanên biçûk îş û kar nakin, nikare kirêya xwe bidin, nikarin îdare bikin. Jixwe pirê wan ji ber nikarin kirêya xwe bidin û nikarin îdareya mala xwe bikin, dest ji karê xwe berdidin û piştre ji neçariyê ji bo kar diçin xerîbiyê."

 

Li gor Berpirsê Bazara (Sûka) Binerdê jî ji ber şer û pevçûnên herêmî û navnetewî siberoj nediyar û şêlo bûye, lewra aborî jî ber bi xerabiyê ve diçe.

 

Berpirsê Sûka Binerdê Mehmet Nûrî Kan li ser mijarê daxuyanî da Rûdawê û diyar kir: "Li cihê ku şer hebe nan tune ye. Ne tenê li Kurdistanê li Tirkiyê jî kirîz û qeyran heye. Kar ne baş e."

 

Di encama şer û pevçûnên dewleta Tirkiye û Yekîneyên Parastina Sivîlan YPSê de ji heştê hezar nifûsa Sûrê tenê jê bîst hezar niştecih mane. Vê yekê jî zerer û ziyaneke mezin li dikandarên nav Sûrê xistiye.

 

Dikandarê Sûr a Amedê, Adil Aydin Nûnerê jî dibêje: "Ger hizûr û aramî hebe, ev bajêr bajarekî xweş e, bajarekî qedîm e. Gellek zerer û ziyan li tacir û dikandarên me ketin. Ji ber vê zererê nêzîka 150 dikandarên me qufil li deriyê dikanên xwe xistin û çûn rojavayê Tirkiyê. Sedema girtina dikanan jî nebûna aramiyê bû."

 

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Hakan Çavûşoglu yê ku serdana dikandarên Sûra Amedê kir, soza berdewamkirina çaksazîya sûkên kevn da.

 

Hakan Çavûşoglû destnîşan kir: "Çi ji destê me tê em dikin. Ji bo ku kes mexdûr nebe, em her tiştî dikin. Xelkê me li bendê ye ku ev kar û xebatên çaksaziyê di zûtirîn demê de biqede. Ji bo em vê bendewariyê bi cih bînin me hemû hêza xwe seferber kiriye."

 

Li tevahiya Amedê û qezayên wê 72 hezar 740 dikanên tomarkirî hene. Qeyrana aborî dikanên biçûk biçûktir, kargehên mezin jî mezintir kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst