Îran gefa astengkirina çavkaniyên ava çemê Zapê dixwe

09-06-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Ormiye (Rûdaw) – Rayedar û berpirsên azerî yên parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê, dibêjin her sal 2.3 milyar metr çargoşe ji ava herêma Mukriyanê ya Rojhillatê Kurdistanê bi rêya çemê Zapê re derbasî Başûrê Kurdistanê dibe ev jî “bihederçûna avê ye û divê rêya vê yekê were girtin”.

 

Tê gotin di sedana 21em dê mirov li ser avê şer bikin. Yek ji nîşanên şerê avê li Îranê tê dîtin, ji ber ku ji niha berpirsên azerî yên parêzgeha Ormiyê çavên xwe berdane Başûrê Kurdistanê û dibêjin, nabe ava Rojhilatê Kurdistanê derbasî Başûr bibe, ev jî di demekî de ye ku gola Ormiyê ber bi zuhabûnê ve diçe.

 

Ew berpirsên Ormiyê dibêjin, her sal 2.3 milyar metr çargoşe ji ava Ormiyê bi rêya çemê Zapê re derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û ev jî tê wateya bihederçûna dewlemendî û serweta niştimanî.

 

Serokê Rêxistina Parastina Jîngehê ya Ormiyê gotiye, ji ber ku ava bin erdê nayê kontrolkirin û av li gellek cihan de biheder diçe û baran û berf jî kêm dibare, kirîza avê derketiye.

Wî berpirsî hişyarî daye ku ava parêzgeha Ormiyê derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê dibe û li hember vê yekê jî ti kes xwe berpirsiyar nabîne.

Wî rayedarî daye zanîn, di sala 2015an de dê sînorê avî yê navbera Iraq û Îranê de were kifşkirin.

 

Serokê rêxistina parastina jîngeha Ormiyê diyar kiriye, yek ji rêyên astengkirina bihederçûna avê ew e ku nehêlin ava Ormiyê derbasî Başûrê Kurdistanê be.

Nûnerê azerî yê bajarê Ormiyê li Parlamentoya Îranê, Nadir Qazîpûr beriya niha ji wezîrê enerjiya Îranê xwestibû, nehêle ava Ormiyê, Sine, Kirmaşan û Îlamê derbasî Başûr bibe.

Li gorî wî, her sal bi milyaran ava Îranê derbasî Iraqê dibe û divê pêşiya vê yekê were girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst