Li Qamişlo zeviyên çandiniyên ziyan dîtine

08-05-2018
Samiya Silêman
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rûdawa Rojava Baran Çandinî
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê ji ber barana pêwîst nebarî piraniya çandiniyê têk çûn.

 

Dema ku rewşa çandiniyê xerab dibe rewşa piraniya xelkê Rojavayê Kurdistanê ne baş dibe, ji ber ku ew deştên berfireh bi piranî têne çandin, bi vê yekê jî çandinî dibe çavkaniya sereke ya aboriya deverê.

 

Li derdora Qamişlo, cotkarê bi navê Xelîk Ehmed ji Rûdawê re diyar kir ku %75 ji wan erdên ku hatibû çandin, têk çûn û bi gotina wî; xwediyê erdan destê xwe ji berhemên îsal şûştine.

 

Ji aliyê din ve jî, saziyên Rêveberiya Xweser alîkariyê li gor karîn û derfetên xwe ji cotkaran re pêşkêş dike, û hewl didin di sala bê de ev pirsgirêk careke din dernekeve.

 

Hevserokê Desteya Çandiniyê li Cizîrê Ehmed Silêman jî got: “Me alîkariyekî baş daye cotkaran û bi taybetî jî yên xwedî zviyên çandiniyê yên avî.”

 

Par li herêma Cizîrê 750 hezar ton genim hatibû berhemanîn ku nirxe wan gihiştiye 302 milyon dolarî lê tê pêşbînîkirin ku berhemên îsal dakevin 300  hezar ton.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst