Serokê Odeya Bazirganî ya Kirmaşan: Divê em hawirdekirina ji Iraqê zêdetir bikin

04-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî ya Parêzgeha Kirmaşanê dibêje, bazirganiya navbera Îran û Iraqê yekalî ye û tenê Îran kel û pelan hinardeyî wî welatî dike, lewra neçar in mercên Bexdayê qebûl bikin û dema wê hatiye Îran jî kelûpelan ji Iraqê hawirde bike.

Serokê Odeya Bazirganî ya Parêzgeha Kirmaşanê Keywan Kaşifî got: “Di van salan de Îranê hewl daye tenê kelûpelan hinardeyî Iraqê bike û hawirdeyeke wiha ji Iraqê nebûye, lewra heta ev peywendiya heyî wiha yekalî be, Îran neçar e mercên Iraqê qebûl bike.”

Li gor Kaşifî, bazirganiya yekalî ya Îran û Iraqê wiha kiriye ku Bexda hewla rûbirûbûnê bide û li aliyekî din jî baca li ser kelûpelên hawirde zêde bike, ji ber Îranê ji Iraqê hawirde nekiriye, li beramber hewlên Iraqê karteke wê nebûye bikar bîne.

Iraq piştî Çînê duyemîn hevbeşê bazirganî ye ligel Îranê, lê di van salên borî de asta bazirganiya navbera herdû welatan kêmtir bûye. Di van salan de ambargoya ser Îranê û herwiha Coronayê bandor li bazirganiya derve ya Îranê kiriye, lê Iraqê jî hevdem hewl daye çavkaniyên peydakirina kelûpelan pircor bike.

Li gor raporta gumrika Îranê, asta hinardeya Îranê bo Iraqê di demsalên bihar û havîna îsal de 3 milyar û 800 milyon dolar bûye û di wê demê de Îranê bi bihayê nêzîka 176 milyon dolar kelûpel ji Iraqê hawirde kirine.

Bi gotina Keywan Kaşifî, astengeke li ber hawirdekirina ji Iraqê jî ew e berhemekî wiha yê wî welatî nîne ku Îran hawirde bike, zêdetir petrol û sotemenî bûye ku ew jî Îran wek rêya transit hatiye bikaranîn. Kaşifî dibêje: “Di rewşa ambargoyê de em dikarin wek cihekî bo hawirde fêdê jî bibînin û gelek sazî û herwiha maddeyên xav ên pîşesaziyê bi rêya Iraqê hawirde bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst