Li Berwarî Bala berhemanîna sêvan kêm bûye

04-07-2017
RÛDAW
Devera Berwarî Bala bi sêvên xwe navdar e
Devera Berwarî Bala bi sêvên xwe navdar e
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li devera Berwarî Bala ya parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê ji ber xerca zêde û kêmbûna buhayê sêvan, cotkar zirar dikin.

 

Devera Berwarî Bala ya Duhokê bi sêvên xwe navdar e. Çend salên berê li ser daxwaza ji derve, sêvên vê deverê, ber bi derveyê Kurdistanê jî dihatin hinartin.

 

Cotkaran ji Rûdawê re diyar kirin, îsal ji ber xerca berhemanîna sêvan û kêmbûna buhayên wan, zirar dikin.

 

Herwiha cotkar ji ber giraniya berhemanînê û nebûna şîretkariya çandiniyê gilî û gazindan dikin û ji rayedaran dixwazin ku alî wan bikin.

 

Rayedarên Rêveberiya Çandiniya Duhokê jî dibêjin, ku ji ber siyaseta çandiniyê ya Bexdayê ya li dijî Hewlêrê, nikarin piştgiriyên pêwîst bidin cotkaran.

 

Devera Berwarî Bala ya Duhokê, ax û av û hewayê wê ji bo berhemanîna sêvan gelek guncaw e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst