Kongreya Amerîkayê Yasaya Azadî pejirand

04-06-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Washington (Rûdaw) – Kongreya Amerîkayê yasaya hemwarkirî ya taybet bi çavdêrî û komkirina agahiyên telefonan pesend kir. Hat ragihandin, armanca wê yasayê parastina asayişa Amerîkayê û digel wê de parastina azadiyên kesane yên welatiyên wî welatî ye.

 

Yasaya Azadî, hemwarkirî ya yasaya Patriot anko Niştîmanperwerî ye ku di sala 2001 de û piştî bûyerên 11ê Îlonê bi armanca çavdêrîkirin û komkirina agahiyan li ser telefonên welatiyan hatibû pesendkirin.

 

Lê ew yasaya han, piştî eşkerebûna belgeyên sîxûrî ji aliyê karmendê berê yê CIAyê Edward  Snowden ve rastî gelek pirsyaran bû. Çimkî hat gotin, dezgehên sîxûrî agahiyên li ser telefonên bi milyonan kesan tomar kirine û ew yek jî wek binpêkirina azadiyên kesî dihat binavkirin. Ji ber wê jî îdareya Serokê niha yê Amerîkayê Barack Obama hewl da, wê yasayê di jêr navê yasaya Azadî de hemwar bike.

 

Şêwirmendê berê yê ajansa Asayişa Netewî ya Amerîkayê Edward Snowden di wê bareyê de dibêje: yasayên sîxûrî yên Amerîkayê xudan bandor nînin, çimkî zêdebarî ew hemû çavdêrîkirinê, hêj nikarin pêşiya êrişên tundûtîj bgrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst