Li Tirkiyê 120 hezar esnaf û pîşegeran îflas kirine

04-04-2021
RÛDAW
Nîşan Aborî Tirkiye Dikandar Esnaf Îflas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) amarên fermê yên îflasbûna pîşeger û esnafên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir û ragihand ku di dema salekê de 120 hezar esnafan ji ber îflasbûnê dikanên xwe girtine.

Cîgirê Serokê CHPê Veli Agbaba da zanîn ku li gor zanyariyên fermi yên tomara dikan, çalakiyên esnaf û pîşegeran, di salekê de ji ber berdewam girtina dikanan di encama tedbîrên dijî vîrûsa Coronayê de û krîza aborî û xirabiya rewşa aborî ya welatiyan, di salekê de 120 hezar esnaf û pîşegeran îflasbûna xwe ragihandine, dikanên xwe girtine ligel deynekî zêde yê bazarê û herwiha hikûmetê jî.

Veli Agbaba got: “Li gor amaran, mehane bi giştî 10 hezar esnaf û pîşeger neçar dibin cih û dikanên xwe bigrin. Bi taybetî sektora xwaringeh û kafeyan, di meha Çile ya îsal de 492 û di meha duyem de hezar û 66 xwaringeh û kafeterya hatine girtin. Tenê di du mehên yekem ên îsal de hezar û 561 xwaringeh û kafeteryayan îflas kirine û cihên xwe yên kar girtine.”

Cîgirê Serokê CHPê bal kişand ser wê yekê jî ku ji ber kongreyên AK Partiyê li parêzgehên ser bi herêma Derya Reş, rêjeya pêketina bi vîrusa Coronayê bi awayekî metirsîdar zêde bûye û got, di dema du mehan de hezar û 223 cihên kar li Samsun, Trabzon, Rize, Ordu, Giresun û Kastamonuyê ji ber îflasbûnê hatine girtin.

Veli Agbaba diyar kir ku hikûmetê çarîka bihayê zerarên beşek ji pîşeger û esnafan bi deyn daye daku cihên xwe yên kar negirin, lê di vî karî de serkeftî nebûye, ji ber faîza deynan, erkê ser milê esnafan girantir kiriye û her mehekê deynên xwe paş bixin, hewqasî faîza deynên wan zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst