Li Çemçemal toreke dîzîna petrolê hate desteserkirin

04-03-2019
RÛDAW
Nîşan Çemçeml Petrol Qaçax Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Asayişa Çemçemalê, toreke dizîn û veguhestina neftê ku ji Herêma Kurdistanê bi tankêran neft derbasî Îranê dikirin, desteser kir.

 

Di derbarê bûyerê de Qeymeqamê Çemçemalê Remik Remezan ji Rûdawê diyar kir ku desteserkirina vê tora dizî û veguhestinê, di çarçoveya pêngaveke berfireh a operasyonên de ku bi hevkariya polîs û asayişa Çemçemalê hatibû destpêkirin, hatiye encamdan û da zanîn ku dê operasyonên bi vî rengî yên li dijî her core dizîn û tawanan berdewam bin.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, ew tora dizê ji 5 kesên bi navên (S.F), (C.P), (M.C), (H.E) û (M.C) pêk tê ku hemû Kurd in û hinek ji wan jî xizmên hev in.

 

Ew kesên tometbar di dema dizîn û veguhastina petrolê ji bîrên neftî yên Zembûr li Cemçemlê û veguhastina bi qaçaxî ya wê petrolê bo Îranê bi rêya tankeran, ji aliyê hêzên ser bi Asayişa Çemçemlê ve hatine desteserkirin û hemû kesên desteserkirî bo dadgehê hatine veguhastin.

 

Remezan got: “Ev tora dizîn û veguhestina neftê, çend roj bûn ku bi şêweyeke neyasayî mijûlî dizîn û veguhastina neftê bûn, lê belê bi operasyona hêzên Asayişa Çemçemalê hatin desteserkirin û bo dadgehê hatin şandin.”

 

Qayimeqamê Çemçemlê amade nebû, navên wan cihan aşkere bike ku ji wan deran ve bi awayekê qaçax petrol tê veguhastnin û got: Em nikarin ti zanyariyan derbarê wan cihan de aşkere bikin, çimku ew yek pirseke ewlehiyê ye û eşkerekirina her zanyariyekê derbarê wan cihan de dê bibe sedema wê yekê ku kesên tometbar rêbaz û şêweya karê xwe biguherin.

 

Di derbarê hin îdiayan de jî ku hin berpirsên fermî hevkariya torên dizîn û veguhestina neftê dikin, Remik Remezan ragihand, ti zanyariyeke wiha li cem wî nîne û da xuyakirin, çi payebilind, çi payenizm, ew dê rê nedin ku li Çemçemalê tu karekî neyasayî pêk bê. Remezan got: “Ti kes li ser yasayan nîne. Hêzên asayîşê bêyî cûdakirinê, dê her tometbarî desteser bikin. Ne tenê tometbarên, neftê, dê kesên ku her cure tawanan dikin jî desteser bikin.”

 

Li gor agahiyên ku Rûdawê bi dest xistiye, toreke dizîn û veguhestina neftê ya ku ji 5 kesan pêk tê, di kêliya ku ji bîra neftê ya Zembûr ya li Çemçemalê neftê didizîn û dixwestin bi çend dankêran wê neftê derbasî Îranê bikin, hatin desteserkirin.

 

Bi hevkariya Hêzên Asayîşê û polîsê Çemçemalê, mehek berê, taybet li deverên ku neft û cûreyên din ên sotemeniyê lê hene, operasyonên berfireh ên aramî û seqamgîriyê hatibûn destpêkirin û di encama van operasyonan de bi dehan kesên tometbar hatibûn desteserkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst