Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bû Chevron pişkên xwe bifroşe Genel Energy

02-03-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Chevron Genel Energy
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Genel Energy ragihand ku ji razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêfxweş e bo danûstandina navbera Kompanya Genel Energy û Chevron bo firotina hinek pişkên Chevronê bo Kompanya Genel Energy li Herêma Kurdistanê.

 

Kompanya Genel Energy ragihandiye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye Kompanya Genel Energy ji sedî 30ê pişkên Chevronê li herdu blokên Serte û Qeredax bikire. Bi vêna jî xwedîtiya pişkan li wan herdu blokan tê guhertin.

 

Derbarê bloka Serte de, niha ji sedî 30ê pişkên wê kêlgehê di destê Kompanya Genel Energy, ji sedî 50 Kompanya Chevron û ji sedî 20 jî di destê hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Genel Energy ragihandiye ku ji ber kolandina 3 bîrên petrolê li wê kêlgehê niha asta berhemanîna petrolê rojane gehiştiye 7500 bermîl petrol û berhemanîn di qonaxa ceribandinê de ye.

 

Derheqê Bloka Qeredaxê de jî, niha her yek ji kompanyayên Genel Energy û Kompanya Chevron xwediyê ji sedî 40 pişkan û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwediyê ji sedî 20ê pişkên wê kêlgehê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst