Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Zanîngeha Newrozê li Dihokê Dr. Azad Seidûn, diyar kir ku bîra petrolê ya herî mezin a cîhanê li Herêma Kurdistanê ye û da zanîn, 70 milyar bermîl petrola Herêma Kurdistanê heye.
Serokê Zanîngeha Newrozê li Dihokê Dr. Azad Seidûn, ji Rûdawê re diyar kir ku beriya du salan petrola binerd a Herêma Kurdistanê 45 milyar bermî bû lê niha ev rêje gihîştiye 70 milyar bermîlan.
Dr. Azad Seidûn her wiha eşkere kir ku bîra petrolê ya herî mezin a cîhanê li Herêma Kurdistanê ye û wiha axivî: “Bîra petrolê ya Tawkê ya li Zaxo zêdetirî 20 milyar bermîl petrol tê de heye û dibe ev rêje bigihîje 40 milyar bermîlan jî. Beriya niha bîra herî mezin li Şêxanê bû ku nêzîkî 10 milyar bermîl petrol tê de hebû.”
li gorî Dr. Seidûn, ev dewlemendiya petrolê dibe sedema wê ku heta 7 yan 10 salên din ti kes nexwaze li Herêma Kurdistanê bibe karmendên hikûmetê ji ber ku dê berê xwe bidin sektora taybet a kar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse