Li Rojavayê Kurdistanê bazara kelûpelên destê duyem gelek belav bûye

01-10-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bazara tiştên nava malê, yên destê duyem di van demên dawiyê de zêde bûye.

 

Ji destpêka kirîza Sûrî ve li tevahiya Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Qamişlo diyardeya kirîn û firotina kelûpelên nav malê pir belav bû û hejmara firoşgehên van kelûpelên destê duyem pir bilind bûye û li tevahiya Bazar û Taxên Qamişlo belav bûne.

 

Berê şerm bû, yanî xelkê şerm dikir tiştên destê duyem bikire, lê ji ber krîza aborî êdî xelkê ew şerm avêt. Li Qamişlo, bi taybetî bi hatina koçberan re, ew bû diyardeyek.

 

Li bajarê Qamişlo bazarek ji kelûpelên kevin hatiye avakirin, kelûpelên gelek malbatên koçber li vê bazarê têne firotin. Jixwe bazara kelûpelên nû ji ber kirîzê lawaz bûye û xelk jî berê xwe didin kirîna wan kelûpelan.

 

Bazirganê Kelûpelên navmalan ê bi navê Fadil Bişar diyar kir ku hemû pêdeviyên kelûpelên nav malan li bazara kevin aa Qamişlo peyda dibe. Fadil Bişa herwiha got xwediyên wan berî ku penaber bibin, bi naçarî bi nirxekî erzan kelûpelên xwe difiroşin.

 

Koçberekî Reqayê Nasîf Elî jî anî ziman ew nikarin tiştên nû bikirin, lewma berê xwe daye vê bazarê û ev bûye bazareke baş ji welatiyan re, bi taybet jî ji bo koçberên bajarên din.

 

Nasîf Elî wiha got: “Me xwe li bajarê Qamişlo girt. Ji ber rewşa şerê ku em tê de bûn û me ti kelûpelên navmalê bi xwe re ne anîn. Dema em li Qamişlo bi cî bûn êdî hewcedariya me bi kelûpelên nav malê hebû û kelûpelên nû pir buhane êdî em neçar bûn yên kevin bikirin.”

 

Ev bazar ne tenê pêdeviyên xelkê ji hemû cûreyên kelûpelan dabîn dike, herwiha derfeta kar ji gelek kesan peyda kiriye ku bi riya debara jiyana xwe dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst