ABB bi 30 milyon Dolar elektrîka Kurdistanê berfireh dike

01-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Koln (Rûdaw) - Şirketa ABB ya swîsrî bi Zagros Energy re peymanek 30 milyon Dolarî imze kir. Li gor peymanê wê 4 navendên belavkirina elektrikê li Başûrê Kurdistanê werin berfirehkirin.

Piştî nûjenkirin û berfirehkirina navendên elektrikê tê çaverêkirin ku kapazîteya wan navendan bi 600 megawatt bilindtir bibe. Herwiha wê heman şirket di navendên herikandin û belavkirinê de sistema ewlekariyê bi teknolojiya herî nûjen modernîze bike. Di nav de wê pergala xwesarkirinê, mekanîzmeya kontrol û ewlekariyê jî hebe. Çav li rê ye ku di payîza îsal de xebatên ABB destpêbikin û proje bi aweyekî giştî di sala 2014ê de biqede.

Li gor daxuyaniya şirketa ABB, li Başûrê Kurdistanê pêdiviya elektrîkê salane ji sedî 10 heta sedî 25 zêde dibe. Niha kapasîteya tora elektrîkê ya li Başûr 2´750 megawatt (MW) e û ji sedî 90ê wê ji hêla şirketên taybet ve tê çêkirin. Armanc ew e ku di demek kurt de kapasîteya elektrîka Kurdistanê bigihije 4´000 MW û demdirêjî jî bibe 10´000 MW.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst