Dizeyî: Şandina meaş ji Bexdayê li ser yek biryara siyasî maye

01-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sefîn Dizeyî Wzareta Perwerde Wezareta Tendirûstî Kurdistan Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku şandina meaşê wezaretên perwerde û tendirûstî yên Kurdistanê tenê ki ser yek biryara siyasî ya Bexdayê maye.

 

Derbarê rêkevtina Hewlêr û Bexdayê ya li ser hinardekirina petrola Kerkûkê de jî Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî got: “Heta niha rêkeftineke bingehîn li ser wê pêşniyarê nehatiye kirin.

 

Derheqê karê lijneyên pêdeçûna lîsteya meaşxwerên Kurdistanê de ku ji Bexdayê hatine Sefîn Dizeyî wiha axifî: “Di hundirê 45 rojên borî de serdana wezaretên peywendîdar kirine, bi taybetî wezaretên perwerde û tendirûstiyê, bi giştî lîsteya hemû meaşxwerên Kurdistanê dîtine. Di çarçoveya wan karên ji wan re hatibûn dabînkirin, heta astekî zêde karê wan temam bûye.”

 

Dizeyî wiha dibêje: “Niha divê biryara siyasî li ser wê yekê were kirin ka gelo meaşê wan herdu wezaretan tê dayîn an na. Tenê yek biryara siyasî maye ku Bexda bide. Eger na di warê teknîkî de karê wan herdu wezaretan qediya ye, niha kar li ser hinek wezaretên din jî tê kirin, lê karê wan herdu wezaretan li pêş e.”

 

Derbarê karkirina kompanyayên petrolê li Kerkûkê, bi taybetî Rosnefta Rûsî de, Dizeyî wiha axivî: “Di boriya petrolê de Rostnefta Rûsî hevbeşê serekî ye, dikare heqdest an kirêya veguhestina petrolê bi rêya wê boriyê werbigire. Bi heman awayî Kompanya Botaş a Tirkiyê jî ku li nav Tirkiyê boriya petrolê di jêr kontrola wê de ye, di tranzîta Ceyhan de dikare kirêya petrolê werbigire û bi heman awayî heqdest.”

 

Li ser beşa Kurdistanê ji petrola Kerkûkê, Dizeyî got: “Ji kêlgehên petrolê yên parzûnkirina benzîn û berhemên din, Herêma Kurdistanê jî dikare beşê heqê xwe ji berhemên petrolê werbigire, wate rêkeftin li ser wê bingehê tê kirin, ku herdu alî, Hewlêr û Bexda û kompanyayên peywendîdar fêdê ji wê petrolê bibînin.”

 

Derbarê rêkevtina Hewlêr û Bexdayê de li ser hinardekirina petrola Kerkûkê, Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir: “Hikûmeta Kurdistanê ew pêşniyar daye Bexdayê, di hevdîtina dawî de jî tekez li ser hat kirin. Wiha dixwiye Bexda jî pêşwaziyê li wê pêşniyarê bike, ji ber Heyder Ebadî bi xwe wek fikrekê amaje pê da. Herçiqas fikir ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pêşkêşkirin, lê ne pirsgirêk e, lê heta niha ti rêkeftineke bingehîn li ser wê pêşniyarê nehatiye kirin. Tenê pêşniyar e û eger heye Bexda bi cidî li ser helwêsta xwe diyar bike, em jî hêvîdar in rêkeftineke baş jê derkeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst