Li Aksarayê qeza: 2 kesên ji Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest da

24-08-2024
RÛDAW
Nîşan Aksaray Qeza Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Aksarayê ya Tirkiyeyê di qezayeke trafîkê de 2 kesên xelkê Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li parêzgeha îro li ser rêya di navabera Ankara û Nigdeyê de otomobîla ku Hogir Hesen Ebas ê 37 salî diajot ji rê derket û li hesinê kêleka rê xist.

Di qezayê de tevî sofêr, Jennifer Bogdan a 29 salî, Muhemed Ednan Osman ê 25 salî, Ramîra Ebasa 9 salî û Ramî Ebasê 5 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexwesxaneyên parêzgehên Aksaray û Kirsehîrê.

Li nexwesxaneyê tevî hewldanên bijîskan Jennifer Bogdan û Muhmemed Ednan Osman canê xwe ji dest da.

Birîndarên din li nexwesxaneyê tên dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst