Berfa herî dijwar a 40 salên dawiyê Moskow di bin xwe de hişt
Moskow (Rûdaw) - Li Moskowa paytexta Rûsyayê berfa herî dijwar a 40 salên dawiyê bariya.
Barîna berfê ku ev çend roj in li Moskowê berdewam e, ji bo şêniyên bajêr pirsgirêkên cidî çêdike.
Servîsên şaredariyê ji bo encamên berfbarînê ji holê rakin, karê xwe gihandine asta lezgîn.
Ji bo paqijkirina bajêr, zêdetirî 13 hezar wesayît û bi hezaran paqijkerên kolanan ketine tevgerê.
“Em ne li benda berfeke wiha bûn”
Berpirsiyarê Karûbarên Civakî yê Şaredariya Moskowê Alexander Yakovlev anî ziman:
"Amadekariya şaredariyê hebû lê em benda ewqas berfê nebûn.
Têra xwe teknîk û wesayîtên me hene. Pirsgirêk dernekevin, êm dê bajêr zû paqij bikin."
Barîna berfê herî zêde di karê veguhastina giştî û şofêrên taksiyan de zehmetiyên cidî derdixe.
“Şaredarî baş kar nake”
Şofêrê taksiyê Eduard Abishev got, "Demjimêr şeşê sibê ez derketim ser rê, ti teknîkên şarederiyê tine bûn.
Rêya ku bi 15 xuleka ez diçim, îro saetekê kişand.
Em hem ji muştriyan re dereng dimînin, hem jî qezenca me kêm dibe. Şaredarî baş kar nake."
Ya balkêş ew e ku geştyarên ji Sîbîryayê hatine, ji ber berfbarîneke wiha ya li Moskowê ecêbmayî dimînin.
“Min texmîn nedikir ku li Moskowê ewqas berf hebe”
Geştyara ji Sîbîryayê Elena Mixeyevayê got, "Em li Sîbîryayê fêrî berfê bûne lê min texmîn ne dikir ku li Moskowê ewqas berf hebe."
Geştyarekî din ê bi navê Sergey ê ji herêma Nijnevartovskê wiha axivî, "Ez ji Sîbîryayê ji bajarê Nîjnî Vartovskê me.
Berfa Moskowê ji berfa bajarê me zêdetir e. Li vir zû paqij nakin, pir xirab e îro."
Berfa ku ji kolanên bajêr tê rakirin, ji navendên helandina berfê re tê veguhastin ku di van rojan de şev û roj kar dikin.
Di rojekê de, xalên wiha dikarin nêzîkî 200 barhilgirî wergirin.