Putîn: Em dê genim bê pere bidin welatên Afrikayê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ragihand Rûsya amade ye di mehên bê de bi deh hezaran ton genim bigihîne çend welatên Afrîkayê.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn li rûniştina giştî ya Foruma Aborî û Mirovî ya Rûsya-Afrîkayê de ku li Sant Peterburgê bi rê ve diçe axivî.
Putîn got: “Di 3-4 mehên pêş de, em dê amade bin ku 25-50 hezar ton genim bê pere bidin Burkina Faso, Zimbabwe, Malî, Somalî, Komara Afrîkaya Navîn û Erîtreyê."
Serokê Rûsyayê bi ser de zêde kir û got: "Em dê herweha radestkirina belaş a van hilberan ji muşteriyan re jî dabîn bikin."
Moskovayê gelek caran amadebûna xwe ji bo dabînkirina xwarin û peynê bêpere ji welatên xizan re ragihandiye.
Îlona 2022an Putîn gotibû ku Rûsya dikare peynan veguhezîne welatên pêşkeftinxwaz ên ku li benderên Yekîtiya Ewropayê ne.
Putîn wê demê weha gotibû: "300 hezar ton peynên Rûsî li benderên deryayê yên Yekîtiya Ewropayê kom bûne, em amade ne ku wan bê pere ji welatên pêşkeftinxwaz re bişînin."
Putîn da zanîn ku wî ev agahî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres re jî ragihandiye.
Serokê Rûsyayê diyar kir ku welatî wê pêşwaziyê ji bo rakirina cezayên li ser peynên Rûsî dike lê belê ji rakirina qedexeyan tenê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê sûd werdigrin, anko tenê ew dikarin peynên Rûsî bikirin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Serokê Rûsyayê herwiha dipirsê: “Lê welatên pêşkeftinxwaz ên herî xizan ên cîhanê dikarin sûdê wergirin?"