Pisporê Rûsî: Amerîka û Îsarîl dê naçar bibin, bi Rûsyayê re li hev bikin

Moskow (Rûdaw) - Daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê Rûsyayê, ku dibêje di maweya 2 heftiyan de mûşekên S-300 bêne şandin bo Sûrî, rojeva cîhanê guhert.

 

Şarezayîn leşkerî li Moskowê di wê baweriyê de ne ku bicihkirina sîstema mûşekî ya S-300 dê bibe sedem ku Amerîka û Îsarîl naçar bibin, ji bo pirsa Sûriyê bi Rûsyayê re li hev bikin.

 

Rûsya hêj di meha nîsana îsal de, piştî mûşekbarana Sûrî ji aliya Hevpeymaniya Navneteweyî,  dixwast wan mûşekan bişîne wî wlatî.

 

Generalê xanenîşîn ê rûs, ku pisporê jeoplîtîkayê ye jî,  tekez dike ku şandina moşekên S-300 bo Sûriyê, dikare rê li ber 3mîn şerê cîhanê veke.

 

Derbarê vê mijarê de generalê xanenîşîn, pisporê jeoplîtîkayê Konstantîn Sîvkov ji Rûdawê re wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku balafira Rûsyayê ji aliya firokeya şerî ya Îsraîlê ve hatiye xistin. Di vê rewşê de şandina mûşkên S-300 bo Sûriyê dikare Îsraîl û Amerîkayê neçar bike ku ji bo tunekirina sîstema berevaniya asmanî ya Sûrî  operasyoneke hevbeş pêk bînin. Û di encamê de ev yek jî  bibe derketina şerê di navbeyna  Amerîka, Îsraîl û Rûsyayê de.”

 

Mûşekên S-300 dikarin asmana Sûrî di çembreke 250 kilometreyî de biparêzin û ji bilî wan mûşekan, weke Wezîrê Berevaniyê Rûsyayê jî got,  sîstema tepeserkirina  elektronî jî dê bêne şandin Sûrî.

 

Pisporê leşkerî Vladîmîr Yevseyev jî got: “Piştî bîryara Rûsya, di mehên dahatî de li Sûriyê bûyerên cidî dikarin rû bidin. Bo nimûne, dibe ku balafirên Îsraîlê bên xistin, Yan jî Îsraîl dikare ji keştiyên xwe erdê Sûriyê bikin armancên mûşekên balîstîk. Piştî ku sîstema S-300 li Sûriyê werin bicîkirin, Îsraîl dê neçar bibe ku bi  Rûsyê re li rêyên lihevhatinê bigere.”

 

Moskow, piştî her êrîşekî firokeyên Îsrayîlê ser Sûrî, tenê dilgiraniya xwe dianî ziman, lê vê carê, pêşiya êrîşên Îsrayîlê yekser têne girtin. Li gorî daxuyaniya Peyvdarê Krmlînê, rêveberiya Rûsyayê şandina moşekan bo Sûrî di maweya heftiyekî de bi berfirehî gotûbêj dikir  û di encamê de ev bîryar hat standin.