Putîn beşdariya Rûsyayê di peymana STRAT de rawestand

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladîmmîr Putîn ragihand ku welatî wî beşdariya xwe ya di peymana mûşekên nukleerî de rawestandiye. Putîn herwiha got: divê NATO bibe aliyekî Peymana Çekên Êrîşî yên Stratejîk (START) ku cebilxaneyên nukleerî yên welatên endam tenzîm dike.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn beriya salvegera şerê Ukraynayê di axaftina xwe ya li Meclîsa Federal de pêvajoya şer nirxand.

Putîn tekez kir ku Rûsya ji peymanê venakişe, lê beşdarbûna di peymana START de radiwestîne.

“Divê NATO bibe endamê Peymana START”

Putîn, herwiha di çarçoveya peyama xwe  ji bo Meclîsa Federal de got, divê NATO bibe aliyekî Peymana Çekên Êrîşî yên Stratejîk (START) ku cebilxaneyên nukleerî yên welatên endam tenzîm dike.

Serokê Rûsyayê di wê baweriyê de ye ku tedbîrek bi vî rengî jixwe dereng maye, ji ber ku endamên NATOyê yên mîna Fransa û Brîtanya hêzên navokî ne, û NATO bixwe jî daxwaza teftîşkirina navendên leşkerî yên Rûsyayê dike.

Pûtîn da zanîn ku, di destpêka meha Sibatê de, "NATOyê daxuyaniyek da û xwest ku divê Rûsya vegere ser cîbicîkirina peymanên START, û divê qebûl bike ku NATO navendên wê yên leşkerî teftîş bike." 

Serokê Rûsyayê di hemam demê de tekez kir ku “Di şert û mercên rûbirûbûna îroyîn de, ev yek wek tiştekî bêaqil xuya dike. Lewre ew destûr nadin ku em teftîşan bikin."

Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk (START-3, START) di 8ê nîsana 2010an de li Pragê ji aliyê serokên Rûsya û Amerîkayê Dmitry Medvedev û Barack Obama ve hatiye îmzekirin.

Navê wê peyamnê yê fermî wiha ye: Peymana di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Federasyona Rûsyayê de li ser tedbîrên ji bo bêtir kêmkirin û sînordarkirina çekên êrîşkar ên stratejîk (Treaty between the United States of America and the Russian Federation on Measures for the Further Reduction and Limitation of Strategic Offensive Arms, New START) e.

Peymana START a nû di sala 2011an de ket warê cîbicîkirinê. Di sala 2021 de, Vladîmîr Pûtîn rêkeftina dirêjkirina  Peymanê heta 5ê Sibata 2026an îmze kir.

Li gorî peymana START, her aliyek nikare bibe xwedî zêdetirî ji 1550 serikên nukleerî yên amade ji bo bikaranînê, zêdetirî ji  700 mûşekên balîstîk ên navparzemînî (ICBM), fuzeyên balîstîk ên ji binê deryayê tên avêtin (SLBM) û firokeyên moşekhilgir ên stratejîk; zêdetirî ji 800 rampayên moşekan ên bicîbûyî û ne-bicîbûyî ICBM û SLBM û firokeyên moşekhilgir yên giran.