Parlamenterekî rûsî: Xistina firokeyê dê ji Rûsyayê re bibe hincet

Moskow (Rûdaw) – Parlamentoya Rûsyayê tevgera Îsraîlê weke dijminane da zanîn û bangawazî kir ku bersiveke hişk bi îsraîlê bê dayîn. Parlamenterê ji partiya desthilatê Rûsyaya Yekgirtî, dûr nabîne ku li rojavayê Sûrî qada ji firinan re qedexe bê ragihandin û her firokeyekî cangî têkeve wê qadê, dê bê tunekirin.

 

Kremlîn, xistina balafira IL-20, weke xistina firokeya Su-24 a ji aliya hêzên Tirkiyê ve na nirxîne. Lewma jî piraniya çavdêr di wê bawriyêde ne ku bersiva Moskowê li hember Îsraîlê wê zêde hişk nabe.


Heta hin şarezayên serbazî dibêjin, pirsgirêk êdî çareser bûye, lê ev buyer dê bibe hincet, da ku Rûsya tevgera Îsraîlê li Sûriyeyê sînordar bike.


Derbarê vê mijarê de Parlamenterê Dûmayê ji Partiya Rûsyaya Yekgirtî  Vladîmîr Yevseyev ji Rûdawê re wiha got: “Bersiv dê bi misogerî hebe. Ji ber ku bûyereke giran e. Dema ku balafira rûsî tê xistin û pîlot û efserên rûs tên kuştin, ev yek nikare rê li ber encamên jeopolîtîk ên qrase veneke. Ez dûr nabînim ku li axa Sûrî qadeke ji firînan re qedexekirî  dê bê ragihandin, û li gorî hiqûqa navneteweî dê her êrîşkarê ku têkeve wê derê dê bêne tunekirin. Ev yek hem li hember hêzên Amerîkî û hem jî yên Îsraîlê be sepandin.”


Piştî daxuyaniyên hişk ên Kremlînê, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu bi telefonê li gel Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn axivî, sersaxî da û ragihand ku ji bo ronkirina bûyerê ew dê fermnadarê  Hêzên Asmanî bişîne Moskowê.


Pisporê serbazî Vladîmîr Yevseyev jî got: “Bi baweriya min, bi giştî arîşe wê namîne. Rûsya dê guvaşê bike ser Îsrayîê, daku hejmara êrîşên wê bête kêmkirin. Bi taybetî jî, ewên ku di wan demên dawî de ser balafirgeha Şamê têne pêkanîn. Paşê, ez bawer dikim ku, serinca hemû aliyan bi giranî dê li ser îslamîstên radîkal ên li herêmên Îdlîb, Lazqiye, Hema û Helebê bê komkirin."


Ev yek dêçiqas bikare pirsgirêkê çareser bike, di rojên pêş de diyar bibe, lê ew dê ku hevsengiya hêzan li Sûrî êdî weke berê namîne, nêrîna hemû şarezeyan li ser, weke hev in.