Zaxarova: Şam nikare desthilatdariyê li Rojhilatê Firatê bike

Moskow (Rûdaw) - Niha Rojhilatê Firatê li Moskow bûye rojeva dezgehên fermî û li ser asta herî bilind, ji her navçeyeke Sûriyê zêdetir behsa wê deverê tê kirin.

 

Berdevka Wezareta Derveya Rûsya bersiva pêyamnerê Rûdawê da û got li herêma di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk û Amerîka de, rê li ber hikûmeta Sûriyê tê girtin û êdî Şam nikare bi awayekî yasayî desthilatdariya xwe li wir bicih bike.

 

Mariya Zaxarova her wiha got Mosko nikare li ber hikûmeta Sûriyê bibe atsneg , heger hat û hikûmetê berê xwe da wê herêmê ji bo ku bixe bin kontrola xwe.

 

Zaxarova wiha axifî: “Li wê herêmê nahêlin ku  hikumeta Sûrî, ku desthilteke yasasyî ye, karbidestiya xwe, an ku desthilata xwe li wê derê cibîcî bike. Bê guman, hebûna Amerîkayê jî li wê herêmê  ne yasayî ye û ew jî faktoreke  din a  nearamiyê ye. Her çi daxuyaniya Welîd Muellîme, bi nêrîna min mebesta wî ew e ku şerê terorê dê berdewam be, an ku   tevgera serbazî li dijî komên radîkal û terorîstan bê sepandin. Lê em nikarin li pêş hikumeta yasayî bibin asteng, da ku nikaribe mafê xwe ya cîbicîkirina siyaset û tevgera xwe li tevaya erdê welatê xwe pêk bîne.”


Bê guman, helwêsta fermi ya Wezareta Derve li ser Rojavayê Kurdistanê, karîgerî li ser nêrîna medya û civata çavdêrên siyasî yên rûs jî dike. Lê hin şareza tekez dikin, ku adrêsa peymanên Moskow zêdetir bo Amerîka ye.


Ji aliyê xwe ve jî, psporekî leşkerî li Moskow dide xuyakirin, ku divê Amerîka ji Sûriyê derkeve û Kurd dikarin di çarçoveya dewleteke yekgirtî de, beşdariyê di proseya siyasî de bikin.

 

Pisporê serbazî û çavdêrê siyasî Vladîmir Yevseyev jî wiha axifî: “Bi van daxuyaniyan Rûsya guvaşê li ser Amerîkayê dike, ku hêzên wê jî li wê herêmê ne. Di berjewendiya Rûsya de ye ku Amerîka ji vir biçin. Û bi nêrîna min di persepktîvê de Amerîka ji wir dê biçe. Lê ne ji ber wê yekê ku artêşa Sûrî dê êrîşî ser Hêzên Sûrî Demokratîk bike. Lê ji ber ku wê proseya entegrasyona kurdên Sûrî di nava dewleteke yekgirtî de destpê bike.”


Di vê navberê de ji Kremlînê hat ragihandin ku rawêjkarê serokê Amerîkayê ser ewlehiya neteweyî di rojên nêz de serdana Moskowê bike û li gel serokê Civata Ewlehiya Neteweyî yê Rûsyayê mijara Sûrî gotûbêj bike. Çavdêr jî dibêjin,  bi xetimîna proseya çareseriya siyasî li Sûrî, niha amadekarî bo bazariyeke rasterast a di navbeyna Moskow û Waşîngtonê tê kirin.