Sergey Alekseyeviç: Divê diyaloga Enqere û Şamê dest pê bike
Moskow (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Alekseyeviç ragihand ku divê nakokiyên di navbera Enqere û Şamê de bêne rakirin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Alekseyevîç ji Rûdawê re li ser rewşa Sûriyeyê axivî û got divê divê diyaloga Enqere û Şamê dest pê bike û welatî wî amade ye bibe alîkar.
Sergey Alekseyevîç ragihand ku ji bo dîtina çaresiryekê ji pirsgirêkên navbera Tirkiye û Sûriyeyê re pêwîst nake, her aliyek şert û mercên xwe bide pêş.
Alekseyevîç her wiha ji welatên rojava jî xwest ku destêwerdanê nekin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Alekseyevîç wiha got:
“Em li gel peydakirina çareseriyên hevpar in ji bo hemû pirsgirêkên ku îro hemû welatên herêmê li ser hevrêz in.
Helbet, pêwendiyên Enqere û Şamê yek ji aliyên sereke yên rewşa giştî ye.
Em piştevaniya wê yekê dikin divê çavkaniyên nakokî û aloziyên di navbera welatan de ji holê rabin.
Her yek ji van welatan cuda ye lê her yek ji wan nêzîkî me ye û hevkarê me ye.
Ez fêm dikim ku her kes ji wan xwedî nêzîkatiya xwe ya bingehîn e ku nikare dev jê berde.
Lê diyalog çend zêdetir be û lêgerîna rêyên çareseriyê çend zêde be bêyî ku ti daxwaz û şert û mercên hişk derxînin pêş, şansê ku em dê karibin dînamîkên erênî li herêmê zêde bikin, ew qas zêde dibin.
Em dê karibin li wir kar û barên xwe çareser bikin, bêyî destwerdana rûxîner a rojavaya kolektîf a ku bi ramanên xweperestî û bi prensîbên parçe bike û hikim bike tevdigere.”