Trump dixwaze dawî li şerê li Ukraynayê bîne: Rûs çi dibêjin?

Moskow (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku ew amade ye li ser rawestandina şerê li Ukraynayê bi Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump re biaxive.

Donlad Trump di bangeşeya hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de gotibû ku ew dikare di 24 saetan de dawî li şerê li Ukraynayê bîne.

Senatorê Rûsyayê Vladimir Cabarov îdia kir ku Trump tenê bi mercên Kremlînê dikare dawî li şer bîne.

Senator û Alîkarê Serokê Komîsyona Karûbarên Navneteweyî ya Meclisa Federasyona Rûsyayê Vladimir Cabarov got:

“Rûsya dikare pêşniyara Trump qebûl bike lê li ser wan mercên ku serokê me destnîşan kiriye.

Divê Ukrayna çekan dayîne û xwe radest bike û divê li Ukraynayê rejîma siyasî were guhertin.

Divê Neonazî di birêvebiriya Ukraynayê de nemînin.

Gelo Trump dikare van mercan pêk bîne, em dê bibînin.

Di dema berê ya serokatiya xwe de tecrubeya wî kêm bû.

Ez bawer im di 4 salan de, ew têgihîştî ye ku gelek şaşî kirine.

Dibe ku vê carê şaşiyên xwe sererast bike.”

“Ez bawer nakim”

Di nav civata Rûsyayê de li ser şiyana Trump a ji bo bidawîanîna şer nêrînên cuda hene.

Kesên geşbîn bawer dikin ku Putin û Trump dikarin li hev bikin lê yên reşbîn amaje bi durûtiya siyasetmedaran dikin.

Malnişîn Katerina Fyodorovnayê jî anî ziman:

“Trump eger soza xwe pêk bîne dikare an jî eger derdor derfetê bidin. Eger astengiyan jê re dernexin.

Her wiha divê Donetsk û Luhansk ku her tim ên Rûsyayê bûne, wiha jî bimînin.

Nabe Rûs ku li wê derê mîna koleyan bin. Ew mîna kole dijiyan.”

Karkerê înşaetê David Xarlamov jî li ser gotinên Trump got:

“Ez bi siyasetmedaran bawer nakim. Bi Trump jî bawer nakim.

Ew gelekî dibêjin, gelekî diaxivin, pir sozan didin lê yan berovajî dikin yan jî qet tiştekî nakin.”

Li gorî agahiyên medyayên Amerîkî, Donald Trump li ser pêşniyarên şêwirmendên xwe dest bi xebata bidawîanîna şerê li Ukraynayê kiriye.