Roja Jinan a Cîhanî li Rûsyayê cejneke fermî ye

Moskow (Rûdaw) - 8 Adarê ku destpêkê sedsala 20an ji aliya jinên şoreşger Rosa Luksembûrg û Klara Zetkîn weke Roja Jinên Kedkar hatiye destnîşankirin, îro jî li Rûsyayê cejneke fermî ye. Serokê dewletê di vê rojê de peyameke taybet a pîrozbahiyê belav dike.

 

Lê ne nifşa kevin, ne ji ya nû, êdî ti wateyeke îdeolojîk nadin bi 8ê Adarê û ji bo wan ew, tenê cejneke jinan e.

 

Welatiyeke Rûsyayê ya bi nave Ludmîla ji Rûdawê re diyar kir: "Wateya 8 Adarê ji bo min, çi ye? Roja Jinan e. Belê, ji bo me cejn e. Kedkar bin, ne kedkar bin, em hemû jin di vê rojê de cejna xwe pîroz dikin."

 

Alksander jî dibêje: “Ez vê rojê weke îdîolojîk nabînim. Dibe ku di serdemên dûr ên sovyetê de bi rastî jî îdeolojîk bû. Lê ez wisa nabînim. Ji bo me mêran, ev roj hinceteke taybet e ku jinên xwe yên hezkirî pîroz bikin.”

 

Mijara binpêkirina mafê jinan, li Rûsyayê bi awayekî cidî dernakeve rojeva civakê, dibe ku ji ber vê yekê jî bizavên siyasî yên jinan çalak nînin.

 

 

Welatiya bi nave Anastasiya dibêje: “Jin divê bi mêran yeksan bin û beşdarî çareseriya hemû pirsgirêkan bibin, ji siyaset û aboriyê bigre ta çareserkirina pirsgirêkên nav malê jî. Bi nêrîna min, jina rûs mafên wekheviya bi mêran re, di her hêlê jiyanê de bi dest xistine.”

 

Dûrî ji wateya xwe ya seretayî, 8 Adarê li Rûsyayê di avhewaya cejneke rasteqîn de birêve diçe. Bi taybetî diyarîkirina kulîlkan bûye nêrîteke mayînde.

 

Ji bo gelek kesan cejna Jinan dibe hinceteke baş ji bo bazirganiya kulîkan. Hin kes qezenceke xweş dikin, lê hinek jî zirarê dikin.

 

Firoşkarê kulîlkan Vladîmîr diyar dike: “Beriya 5 rojan ez dest bi firotinê dikim û nêzî 5 hezar kulîlkan difroşim. Lê mirov dikare hîn zêdetir jî bifroşe, eger bixwaze. Eger baş kar bike, mirov dikare 5 roja de 5 mîlyon ruble qezenc bike. Lê bêyî zehmetî, ew dikare nêzî 1 mîlyon qezenc bike.”

 

Marîna jî dibêje: “Van kulîlkan duh em ji Abxazyayê anîn, da ku bifroşin û em erzan jî difroşin. Destgûlek bi 50, an bi 100 rublî didin. Lê polîs nehîştin, me nekarî em baş bifroşin. 2 hezar kîlomtre rê hatin û me zirar kir.  Emê careke din êdî nayên."

 

Her mêr di vê rojê de diyarî dide bi jin û keç û dayik û xwşîk û hevalên xwe yên jin.  Anku her jineke  di vê rojê de, weke diyarî herî kêm desteguleke werdigre.

 

 

Îlya dibêje:"Her sal cejna 8 Adarê ez li diya xwe û dapîra xwe pîroz dikim. Her sal têm vê bazarê û ji wan re kulîlkên xweşik dikirim, da ku dilê wan xweş bikim. Ma ew şayanî  van destegulên xwşik nînin?”

 

Bêguman li seranserê salê, tenê rojek ji bo jinan, wek dilopeke li deryayê ye. Ji ber ku jin li ser milên xwe yên zirav bargiraniya tevaya mirovatiyê dikşînin. Lewma jî rojek be jî, bexteweriya jinan, bexteweriya mirovatiyê ye.