Zaxarova bo Rûdawê: Yekrêziya Sûriyê bêyî beşdariya Kurdan nabe

Moskow (Rûdaw) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ji Rûdawê re ragihand, îro li Sûriyê pêwîstî bi yekrêzîyê heye, ji bo ku Sûriye bijî û ji nû ve weke dewleteke nû çalak bibe, yekrêziyeke wiha jî bêyî beşdariya Kurdan nabe.

 

Mariya Zaxarova di civîneke çapemeniyê de li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şedadî ragihand ku Rûsya her tim ne tenê piştgirî li gotûbêjên Kurdan û Şamê kiriye, lê herwiha hewl daye ku diyalog hebe û bi hemû formatan bêne meşandin.

 

Rûdaw: Proseya destûra nû ya Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî jî bû mijara gotûbêjan û daxuyaniya Sergey Lavrov jî hebû. Ji aliya Koşka Spî jî gef li Beşar Esed hatibû xwarin, ku eger di demeke nêz de dest bi  çalakkirina proseya destûrê neke, dê ji aliya Amerîka ve bê cezakirin.

 

Gelo îro proseya Destûra Sûriyê di çi qonaxê de ye. Gelo Rûsya han dide  ji bo pêşvebirina diyalogê di navbeyna aliyê Kurdan û Şamê, da ku Kurd  jî beşdarî proseya destûrê bibin?

 

Mariya Zaxarova: Xebat li ser Komîteya Destûrî gelek zehmet e. Mixabin, hemû alî ne bi awayekî avakar nêzîkî proseyê dibin. Em jî hewl didin ku rewşê biguherînin ji bo ku xebata komîteyê têkeve ser rêya çareseriyê.

 

Her çi gotûbêjên di navbera Şam û Kurdan de hene, weke tê zanin, Rûsya her tim ne tenê piştgirî lê kiriye, lê her wiha hewl daye ku diyalog hebe û bi hemû formatan bêne meşandin. Ji ber ku li Sûriyê îro pêwîstî bi yekrêzîyê heye, ji bo ku Sûrîyê bijî û ji nû ve weke dewleteke nû çalak bibe. Yekrêziyeke wiha jî bêyî beşdariya kurdan nabe. Li ser vê yekê em ne tenê li gel nûnerên Sûrî, lê her weha li gel hevkarên xwe yên bîyanî jî di nava danûstandinê de ne.