'Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji komên Îslamîst re dê rê li ber şerê bi Rûsya û Îranê re veke'
Moskow (Rûdaw) - Akademisyenê Rûs Borîs Dolgov derbarê aloziyên li Sûriyeyê got, "Eger Tirkiye pştgiriya xwe ji bo wan komên îslamîstên tundrew berdewam bike, ew dê rê li ber pevçûneke leşkerî ya vekirî ya wî welatî li gel Rûsya û Îranê veke."
Li gorî daxuyaniya Servîsa Çapemeniyê ya Kremlînê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê li gel Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan rewşa Sûriyeyê gotûbêj kiriye.
Serokên her du dewletan piştgiriya xwe ji bo hikûmeta Beşar Esed piştrast kirine û bal kişandiye ser girîngiya koordînasyona di çarçoveya formata Astanayê de bi beşdariya Tirkiyeyê.
Lê ji aliya din akademîsyen, dîplomat û pisporên leşkerî yên Rûs, di mêzgirdekî de balê dikşînin ser tevgera têkder a Tirkiyeyê ya li herêmê û derketina pevçûneke leşlerç ya di navbeyna Rûsya û Tirkiyeyê de jî dûr nabînin.
Akademisyen û pisporê Rojhilata Navîn Borîs Dolgov got:
"Eger Tirkiye pştgiriya xwe ji bo wan komên îslamîstên tundrew berdewam bike, ew dê rê li ber pevçûneke leşkerî ya vekirî ya wî welatî li gel Rûsya û Îranê veke.
Ez bi bîr bînim ku pevçûneke leşkerî ya wiha di sala 2020î de rû dabû. Dema ku hêzên Rûsyayê pişgiriyeke serkeftî dabû artêşa Sûriyeyê û di encamê de hezeke mezin a Tirkiyeyê bi fermandariya mîralayekî hatibû jinavbirin.
Loma jî, bi nêrîna min, li Sûriyeyê pêşiya kûrbûna vê aloziyê dê bê girtin û Tirkiye dê qebûl bike ku were ser rêkeftina ji bo aramkirina rewşa Sûriyeyê."
Pisporên Rûs amaje pê dikin ku di rewşeke îro de şansê hewlên leşkerî ji bo aramkirina rewşa Sûriyeyê pir kêm e û pêwîst e Şam gavên siyasî bavêje, bi taybetî jî divê daxwaza otonomiya Kurdan qebûl bike.
"Dê otonomiya Kurdan bê gotûbêjkirin"
Pisporê pêwendiyên navneteweyî Grîgorî Lukyanov wiha anî ziman:
"Di mercên niha de derfet û niyeta Rûsyayê pir sînordar in ku hesabê xwe tenê ser çareseriyeke leşkerî bike. Sedemên van sînordariyan ên objektîv û subjektîv hene.
Loma jî, Rûsyayê ku di warê avakirina nîzameke nû ya herêmî bi rêya diyalogeke înklusîv de xwedî ezmûn e û pê têkildar e jî, ew nikare Kurdan ji proseya diyalogeke wiha îstîsna bike.
Tevî ku dewleteke wan a serbixwe tuneye jî, di mercên wiha de ji bo Rûsyayê çareserkirina aloziyê, mîna berê, ew bûye ku Kurd jî beşdarî proseya siyasî bibin.
Ev yek dikare bibe destpêkirina gotûbêjan li ser otonomiya Kurdan ku ji bo Şamê mijareke gelekî nexweş e.
Ji xwe, di maweya çendîn salên borî de, me ti pêşveçûneke di vê hêlê de ne dîtin."
Di vê navberê de tê ragihandin ku Rûsya ji aliyekî ve trafîka dîplomasiyê li gel saziyên pêwendîdar ên Îran û Tikiye û dewletên herêmê didomîne û ji aliyê din jî bi balafirên şer piştgirî dide artêşa Sûriyeyê.