Li Rûsyayê enflasyon bilind dibe: Xwarin her ku diçe bihatir dibe

Moskow (Rûdaw) - Li gor pêşbîniya Hikûmeta Rûsyayê, enflasyona salane di asta ji sedî 7,5an de be.

Pispor pê bawer in ku rêjeya rastî bilindtir e û di werza payîzê de dibe ku gelek kelûpel, bi taybetî jî xwarin ji sedî 15-20 giran bibe.

Di Pêşangeha WorldFood Moskowê de zêdetirî 1000 kompanyayên naxwe û biyanî berhemên xwe yên xwarinê pêşkêş kirin.

Diyar e bi giranbûna nirxan, rikeberiya di navbera hilberînerên navxwe û biyanî de jî bihêztir dibe.

“Berhemên goştî giran bûne”

Hilberînerê berhemên goştî Nikolay Vasilyevîç anî ziman:

“Ji werza biharê ve tevahiya berhemên goştî giran bûne.

Di rewşeke wiha de gelekî zehmet e ku em wekî hilberîner, cihê xwe li bazarê biparêzin. Giranbûna berhemên me, di serî de bi daketina bilindbûna nirxê dolar ve girêdayî ye.

Lewma nirxa berhemên xam ku em ji derve bi dolar dikirin, yekser giran dibe. Niha pir zehmet e mirov pêşbînî bike ka biha dê çawa be lê eşkere ye ku dê tiştek erzantir nebe.”

Pispor hemfikir in ku herî zêde dê bihayên kelûpelên hawirde giran bibin lê ji bo bazirganên biyanî, pirsgirêkek din jî heye ku ji ber derxistina bankayên Rûsyayê ji sîstema SWIFTê, derketiye holê.

Hinardekarê ji Hindîstanê Şahîd li ser rewşê got:

“Raste pirsgirêka bankayê heye lê niha her hikûmetan me li hev kiriye ku li şûna dolar, em diravê xwe bi rupî û aliyê Rûsya jî rubl wergrin, vê gavê pirsgirêk nabe lê paşê dê çawa be em jî nizanin.”

“Em geşbîn in”

Hinardekarê ji Cezayîrê Mihemed Lamîn jî got:

“Hikûmeta Cezayirê niha alîkariyê dide ku hilberîner zêdetir derkevin bazarên navneteweyî û ji bo me Rûsya bazarekî nû ye, em geşbîn in. ”

Li pêşangehê 60 herêmên Rûsyayê û kompanyayên ji 25 welatên cîhanê amade ne.

Ji fêkî û sebzeyên taze bigire, heta hişkewer û konserveyan her cure berhemên xwarinê tê de hene.