Malbateke Kurd li Krasnodarê behsa çand û nerîtên xwe dike
Krasnodar (Rûdaw) – Gelek malbatên Kurd ji ber sedemên cur bi cur koçberî herêma Krasnodarê ya li Başûrê Rûsyayê bûne û yek ji wan jî, malbata Apê Mihemed e ku ji Ermenistanê koçber bûye û li wê herêmê bicih bûye.
Weke her sal, ji bo amadekirina bernameyên bi boneyê meha Remezanê, tîmê Rûdawê li Başûrê Rûsyayê, li Krasnodar û Komara Adigê li malên kurdên penaber ên ji Ermenistan û Azerbaycanê koçber bûne dibe mêvan. Piraniya wan malbatan piştî salên 1990î, ji ber şerê Azerbaycan û Ermenistanê, cih warên xwe hîştine û berê xwe dane herêmên Krasnodar û Komara Adigeyê li Rûsyayê.
Malbata Apê Mihemed bû mêvanê bernameya Rûdawê ya paşîva û behsa çand û nerîtên xwe kirin.
Apê Mihemed da zanîn ku ew piştî hilweşandina Soyveta berê, koçberî gundê Pyatigorskê yê li Herêma Kransnadorê ya Rûsyayê bûne û got: “Em bixwe piştî hilweşandina Soyvetê ji Ermenistanê hatine vê derê. Em di şerê Ermenî û Azeriyan de di navberê de man. Em niha li gundê Pyatigorskê dijîn li vî gundî nêzîkî 80 malên Kurdan hene. Di demê Soyvetê de ji ber bandora kominîzmê rojîgirtin gelek kêm bû. Ew jî kesên bi temen rojî digirtin. Lê niha Rûsya destûrê dide misilman ki rojiya xwe bigire û li gor çand û nerîtên xwe bijîn.”
Apê Mihemed diyar kir ku ew dixwazin edet û zimanê wan wenda nebe û got: “Em niha şikir dikin ku em dikarin rojiyan jî bigirin. Her kes rojiyê nagire, lê kesên ku dixwazin dikarin di meha Remezanê de rojiya xwe bigirin.”
Herwiha Apê Mihemed bal kişand li ser zimanê Kurdî û wiha pê de çû: “Rast e ev der dewleta Rûsyayê ye, lê hikûmeta wê destûr daye ku li dibistanan zarokên me fêrî Kurdî bibin. Di nava hefteyekê de zarokên me yek-du caran dersa Kurdî dibînin. Ev jî ji çanda me re dibe piştevan ku berdewam bibe. Di mijara ziman de hinek alîkariya me dikin.”
Di berdewamiya axavtina xwe Apê Mihemed destnîşan kir ku ew dixwazin hevgirêdana wan lige Kurdistanê çêbe û got: “Em dixwazin rewşenbîrê vê derê û yên li Kurdistanê bêne ba hev. Hûn weke Rûdaw ji rêyeke gelek dûr û dirêj hatine pirsa me dikin, ev ji bo me gelek girîng e û cihê kêfxweşiyê ye. Bi wî awayî çanda me dê zindî bimîne.”
Endama malbatê Cemîle jî got: “Em ji xesûya xwe fêrî rojiyê bûne. Zarokên min jî ji xesûya min fêr bûne. Du zarokên min nimêj dikin ew ji xesûya min fêr bûne. Di mehên remezanê de Xwedê çi bidaya me ew çêdikir. Me carna kilorên şêrîn çêdikir, pincar, goşt û girar çêdikir.”
Endameke din a malbatê jî wiha axivî: “Em û zarokên xwe dixwazin herin Kurdistanê. Me tevahiya mal û milkên xwe hîştin û me hatine Rûsyayê. Ev 30 sal in em li vê derê dijîn, lê em edet û zimanê xwe wenda nakin. Em li kuderê jî bin çavên me li Kurdistanê ye.”