Rûsya - Konên Remezanê hatine vedan: Zêdetirî 25 mîlyon Misilman li welêt dijîn

Moskow (Rûdaw) – Li Rûsyayê zêdetirî 25 milyon misilman li Rûsyayê hene û bi hatina meha Remezanê re konên Remezanê hatine vedan.
Alîkarê Serokê Rêveberiya Misilmanên Rûsyayê Ruşan Hezrat ragihand ku li Rûsyayê ji 25 mîlyon zêdetir Misilman hene.
Ruşan Hezrat diyar kir ku di meha Remezanê dê her roj fitarê bidin zêdetir 2 hezar kesan.
Her sal di meha Remezanê de, konên Remezanê tên vekirin û Musilmanên li Rûsiyê çalakiyên xêrxwaziyê saz dikin.
Nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şedadî li xêr û çalakiyên Misilmanên Moskowê raporek amade kir
Serokê Ofîsa Têkiliya Bi Rêxistinên Olî yên Rêveberiya Serokatiya Rûsyayê re Yevgeniy Yeryomin, diyar kir ku li Rûsyayê bêtirî 190 netewe dijîn.
Serokê Rêveberiya Misilmanên Rûsyayê Ruşan Hezrat got:
"Misilmanên Rûsyayê ji 25 mîlyonî zêdetir in. Li Rûsyayê zêdetir ji 190 netewe dijîn ku her yek ji wan xwedî çand û kevneşopiyên xwe ne.
Nûnerên piraniya wan bawerî û neteweyan dê serdana konên me bikin.
Em nûnerên welatên Îslamî jî vedixwînin. Em dê rojane bê beramaber fitarê bidin zêdetirî 2 hezar kesan.
Li gel vê jî, rojane bernameyên me yên ruhanî yên dewlemend jî hene."
Li aliyê din Yevgeniy Yeryomin diyar kir ku di nava pêkhateyên Rûsyayê de Kurd jî hene û eşkere kir ku li Rûsyayê gelên biyanî tunene hemû yên Rûsyayê ne.
“Li Rûsyayê 190 netewe hene”
Yevgeniy Yeryomin got:
“Ti lihevhatin li vê cîhanê ne tesadufî ne. Em hemû li cîhanekî dijîn.
Em nikarin neteweyekî ji cîhanê paqij bikin, ji bo rehetî û geşedana neteweyekî din lewre geşedan tenê pêk ve mumkun e.
Rûsya jî mînaka yekîtiyeke wisa ye. Li welatê me Kurd jî dijîn. Ez bi xwe li Qafqasyayê jidayîk bûme û lê mezin bûme. Di zaorktiyê de min çîrokên Kurdî dixwendin.
Nas û hevalên min ên Kurd hebûn. Li Rûsyayê zêdetirî 190 netewe hest dikin ku li mala xwe ne.
Ji bo me, gelên biyanî tunene, hemû yên me ne."
Malnişîneke Misilman a bi navê Faniye Bahauddonovayê jî diyar kir ku malbata wê ji sala 1937an ve li Moskowê ye û wan her tim nêrîtên xwe yên olî û neteweyî parastine.
“Em bûne wekî malbatekê”
Faniye Bahauddonovayê wiha domand:
"Dê û bavê min ji sala 1937an li Moskowê bi cih bûne û ez jî li vir jidayîk bûme.
Dê bavê min wekî bawermendên rastîn bi dînê xwe ve girêdayî bûn.
Me di malbata xwe de nêrîtên xwe yên dînî û neteweyî parastin. Xizmên me pir bûn û me hemû cejn bi hev re derbas dikirin."
Pizîşka bi navê Elmira Samitovayê jî got, “Ne cara ewil e ku ez têm vê çalakiyê. Ev deh sal e bi berdewamî beşdar dibim.
Li vir ez heval û nasên xwe dibînim, em hevdû pîroz dikin û bi hev re meha Remezanê derbas dikin.
Di maweya çendîn salan de em êdî bûne wekî xizmê hevdû. Îro destpêkê meha pîroz e û em kêfxweşiya xwe bi hev re par dikin."