Werzişvanê kurd ê 12 salî cara dudan bû Şampiyonê Karate

Moskow (Rûdaw) - Kurdekî ji Kazakistanê yê 12 salî di turnuvaya navneteweyî ya Karate-do ya WKF ya Bişkek Open de bû şampiyon.

Rodîyê Barî Mistefayev di Şampiyona Karate-Do de medayla zêrîn wergirt û bû şampiyonê Asya Navîn.

Turnuva 18-20 Sibatê li paytexta Kirqizistanê Bîşkekê bi beşdariya zêdeyî 1000 werzişvanên ji Kirgizistan, Kazakistan û Ozbekistanê birêve diçe.

Pêşbirk di kategoriyên: 5, 6-7, 8-9, 10-11, 12-13, 14-15, 16-17, û 18 salî û mezintir temenî de tê kirin.

Rodî Mistefayev sala 2018 li Portugalê di Şampiyoniya Fermî ya Cîhanê li ser Karate-Do-Şatakan ya beşa Kûmîtê de – an ku di pêşbaziya teka tek de - bûbû Şampiyonê Cîhanê.

Malbata Rûdî beriya 30 salan ji Ermenistanê koç kiriye Qazaxistanê. Niha li paytext Astana dijîn.