Serokê berê yê TÎPê: Dêya min bi gotineke tikîtenê ya Tirkî jî nizanîbû!
Piştî lêgerîneke biçûk, li taxeke xweş û paqij a li rojhilatê Stenbolê, bi alîkariya kak Rawîn Stêrk me mala Kurdekî dît ku ez berê bi telefonê pê re axivîbûm. Ez dabaşa serokê berê yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (PKT-TÎP) Mehmet Alî Aslan dikim.
Zilamekî sor û spî, çeleng û levhatî, gopalek di dêst de li ber deriyê mala xwe li benda me sekinîbû. Baş nayê bîra wî bi xwe jî bê çend sal in ew li Stenbolê hêwiriye û çend caran serdiyek daye vî bajarî lê li gorî hemû salên ku dûrî Kurdistanê jiyaye, Kurdiyeke baş dipeyive lê xebînet zarokên wî wekî ku digotin Kurdî fêm dikin lê nikarin bi Kurdî biaxivin.
Loma wer dixuye ku dê piştî nemana bavê wan, tiştek bi navê Kurdbûnê di wê malê de û di gelek malên nola wê de jî nemîne. Ma nabêjin ku ziman movika piştê ya mana her miletekî ye? Dibe ku hesta şanaziya wan bi Kurdbûna wan jî tenê têra nifşekî wan ê din bike û hew.
Ew bêtir dişibiya kalemêrekî Alman. Pirsa wî ya yekemîn ev bû: Hûn ji dûûûr, ji Kurdistanê hatine, hûn bi xêr hatin, çavê min ronî bû.
Piştî gotûbêja çend demjimêran, me li hev kir ku em qala dîroka kevn û nû bikin xasma çîrok û serpêhatiyên çepgir û komunîstên Kurd ku dabûn pey şopa komunîstên Tirk bi mebesta ku xwe bigihînin gupîtka komunîzm û sosyalîzmê, belkî Xwedêyo ev seba biratiya gelan karibin û wêribin bi kurtepist be jî bibêjin: Ez Kurd im!
Di hevpeyvîna xwe ya dûr û dirêj a bi birêz Mehmet Alî Aslan re, ji min re diyar bû ku piştî van hemû salan ew gihîştiye wê qenaetê ku wan dabû pey rewrewkê ji ber ku dema mijar dibe Doza Kurd, komunîstên Tirk lap vedigerin ser bîr û baweriyên Kemalîzmê!
Piştî hevrikiyeke mezin, Mehmet Alî Aslan cara ewil sala 1969an dibe sekreterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê lê ne mîna Kurdekî ji ber ku tewra li ba piraniya komunîstên Tirk Kurdbûn tê wateya cudaxwaziyê ango parçekirina Tirkiyeyê, li şûnê ji ber ku Mehmet Alî Aslan bi nijada xwe Kurd e û ji bajarê Agiriyê hatiye û navnîşana erdnîgarî ji heyama Ehmedê Xanî ve bi navê Kurdan tê nasîn, zûtirkê pirsgirêkan jê re derdixin û tewra komunîstên Kurd ên endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê jî qayişê pê re dikişînin, loma serokatiya wî ji salekê zêdetir dom nake.
Mehmet Alî Aslan kurê devera Agiriyê ye ku şoreşgerên Araratê bi serokatiya Îhsan Nûrî Paşa ala Kurdistanê lê bilind dikin û danezana serxwebûnê radigihînin lê wekî ku kak Alî dibêje, komploya Îran û Tirkiyeyê û alîkariya serokeşîrên Kurd ên berjewendîperest dibin sedema sereke ya têkçûna Şoreşa Araratê.
Dema ku qala Geliyê Zîlanê û komkujiyên gundiyên gundên derdora Wanê dike, çizînî ji kezeba wî tê û dibêje: 40 hezar kes hatin kuştin, kesek an du kes tenê filitîn, zarokekî berşîr û zilamekî 70 salî!
Gelek caran dîrokzan dabaşa wê yekê dikin ku zilhêz û avakerên Tirkiyeya nû Kurd xapandin lê Mihemed Elî dibêje ku me bi xwe xwe xapand. Ma nûnerên Kurdên Tirkiyeyê ji Kongreya Lozanê re telgraf neşandin û wan bi dengekî bilind negot ku Îsmet Paşa ne tenê nûnerê Tirkan lê belê nûnerê me ye jî!
Piştî gihîştina wan telgrafan, mêrikê Îngilîz gotina xwe diqurpîne ku berê ji Îsmet Paşa re gotibû jixwe ne tenê Tirk li Tirkiyeyê dijîn lê Kurd jî li wî welatî dijîn, çima ez nûnerên wan li vir nabînim?
Mihemed Elî tekez dike ku Ermenî li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve nehatine qirkirin li şûnê ji aliyê Kurdan ve hatine parastin.
Seyid Riza zêdeyî 15 hezar Ermeniyên Dêrsimê parastin û rê li ber 30 hezar Ermeniyên din vekir ku biçin Ermenistanê lê li Diyarbekirê bi navtêdana Reşîd Paşayê waliyê wî bajarî ku wekî dijminê serhişk ê Ermeniyan tê naskirin, ji aliyê hin derebegên Kurd ve neheqî li Ermeniyan hat kirin.
Hîn jî pirtûkxaneya bavê Mehmet Alî Aslan tê bîra wî ku bi sedan jêderên Kurdî bi tîpên Erebî tê de hebûn û di nav hemûyan de Mem û Zîna Ehmedê Xanî wekî esereke bêhempa dibîne ku hîn jî ew rêzên helbestê ji bîra wî neçûne ku Ehmedê Xanî di wan de gilî-gazinan ji serokeşîrên Kurd dike û sedema têkçûna Kurdan bi bêtifaqî û yeknebûna Kurdan ve girê dide. Em hîn jî ji ber wê birînê dinalin û Aslanê me jî bi hesret van malikan di ber xwe de vedibêje:
Ger dê hebûya me padîşahek
Layiq bidiya Xwedê kulahek
Rom û Ereb û Ecem temamî
Hemyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet
Di xeleka yekem a bernameya Pencemorê de ku dê şeva çarşemê di Rûdawê de biweşe, kak Mehmet Alî Aslan bi nêrîna xwe behsa dîroka şoreşa Şêx Seîd, Ararat, tevkujî û avakirina dewleta nû ya Tirkiyeyê dike ku Kurd jê zirarmend bûn.
Di dema gotûbêjê de ji min re got: Tu dizanî ku dêya min jineke Kurd bû û bi gotineke zimanê Tirkî ya tikîtenê jî nizanîbû, ez wan rojan dema ku xelk ji bo venivîsandina Mem û Zînê ji ber wê kopiya tenê ku di pirtûkxaneya bavê min de hebû diketin dorê, qet ji bîr nakim.