ÎZMÎR - Hejmareke welatiyan di bine kavilan de li benda rizgarkirinê ne

Îzmîr (Rûdaw) - Li Behra Egeyê erdehejeke ku pileya wê li gorî navenda lêkolînên erdehejan a Amerîkayê 7.0e qewimî û di encamê de kareseteke giran rû da. Bi taybetî li bajarê Îzmîrê li 3 navçeyan avahî hilweşiyan û piştî erdehejê ava behre jî bilind bû û li bajêr qelibî.

Bi sedan kes di bine kavilan de asê man û heta niha 39 welatiyan jî jiyana xwe jidest dan. Tirkiye çi di warê siyaset û çi di warê hawarçûnê de bi temamî bere xwe da wî bajarî. Hîna jî hejmareke ne diyar ya welatiyan di bine kavilan de li benda rizgarkirinê ne.

Hevjîna Belkir Demircî û 4 zarokên wî di bine kavilan de ne. Deng ji wan hatiye bihîstin, lê dem bihatir e ji zêr. Di dawiya wê dema çaverêbûnê de xebera xêrê gihîşt wê malbatê. Seher Perîncek û 3 zarokên wê hatin rizgarkirin. Lê ya herî biçûk hîna di bine kavilan de ye. Tevî bi dehan kesên din.

Bavê Seher Perîncek, Bekir Demircî dibêje: “Ez gihîştim nebiyên xwe, ez gihîştim zarokên xwe. Bextewertirîn kesê li cîhanê ez im. Keça min, nebiyên mi hemî baş in. Niha j imin re gotin. Zavayê min gote min. Ên ku çûne cem wan dîtine ku ew baş en. Keça min û 4 nebiyên min di binî de ne.”

Erdehejê vê carê li Behra Egeyê rûyê xwe nişan da. Her çiqasî navenda wê qiraxên Îzmirê be jî li 17 bajarên Tirkiye û heta li Yûnanê jî hate hîskirin. Lê karesat li 3 navçeyên  Îzmirê rabû. Di encama erdeheje di pileya 6.6an de 17 avahî hilweşiyan û hejmareke ne zelal ya welatiyan di bine wan de man.

Welatiya bi navê Leyla Karataş jî got: “Em li Karşiyakayê dimînin lê hevalên me li vir dijîn. Em ji wir ta vir 3 seat nîvan hatin. Tekaneke keçeke wan heye. Em hatin da wan bi tene nehêlin û ji êvar vir ve jî em wiha çaverê ne.”

Sakîne Taşli jî wiha behsa dema erhejê kir: “Em li malê bûn. Ez nikarim tişta ku bû bo te bejim. Ez deverû ketim erde tev zilamê xwe. Tenê pisîkek hebû û me karî wê rizgar bikin. Ne pêkan bû meriv karibe derbiketa. Em şilfî tazî derketin derve.”

Piştî erdehejê nêzikî 5 hezar kes ji tîmên hawarçûnê bo Îzmirê hatin veguhestin. Di dawiya 24 seatên piştî erdehejê de eşkere bû ku 39 kesan jiyana xwe jidest dane û zêdetirî 880 kes jî birîndar in.

Wezîrê Ziraet û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî jî got: “Hem derfetên dewletê hatine seferberkirin. Sereketirîn armanc û kare me ew e da em demildest xelkê xwe ji bine kavilan derxin. Peşt re da kes li derve nemine û kes birçî nemine.

Piştî erdehejê bi hezaran kesî şeva xwe li derve derbas kirin. Xebata rizgarkirina xelkên di binê kavilan de berdewam dike. Serokomarê Tirkiye û serokên hemû partiyên siyasî jî bere xwe dan Îzmirê.