Ozturk: Divê teknolojî bi qasî pêwistiyan bê bikaranîn

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê jî bi beşdariya sedan pisporên ji  çar aliyê cîhanê Kongreya Pêgiriyên Teknolojîk a Navdewletî birêve diçe, Serokê Heyvakeskê Prof. Mucahît Ozturk jî derbarê zirarên teknolijiya nû bo nivşên mirovahiyê de dibêje: “Em ne dijberê teknolojiyê ne lê divê teknolojî tenê bi qasî pêwistiyan bê bikaranîn.”

 

Pêgiriyên teknolojî û amûrên dîcîtal ji bo hemû cîhan û ji bo hemû malbatên li ser rûyê cîhanê êdî kêşeyeke mezin in. Ji ber ku mobayl û amûrên din ên teknolojîk êdî di her qada jiyanê de bûne mîhengên jiyînê. Ew mesele ji aliyê hemû welatan ve jî weke kêşeyeke ku rêgirî lê bê kirin, tê qebûlkirin. Li Stenbolê jî bi beşdariya sedan pisporên ji  çar aliyê cîhanê Kongreya Pêgiriyên Teknolojîk a Navdewletî birêve diçe. Armanc hişyarkirina civak, malbat û dewletê ye da ku haydar bin ji vê nexweşiya serdema nû.

 

Pêşketina teknolojiyê di hemû qadên jiyanê de dibe alîkar û jiyanê asantir dike. Lê ew pêşketin aliyê xwe yê neyênî jî li xelkê ferz dike û wan bi xwe ve girê dide. Arda Kerîm Acar jî yek ji wan kesan e ku rojane 5-6 seatên xwe bi lîstikên dîcîtal û amûrên teknolojîk derbas dike. Li gorî pisporan ew xetereya serdemê ye ku mirov ji rastiya jiyanê bi dûr dikeve.

 

Yek ji beşdarbûyên Kongreya Pêgiriyên Teknolojîk a Navdewletî yê bi navê Arda Kerîm Acar ji Rûdawê re axivî û got: “Ez di zarokatiya xwe vir ve bi lîstikên dîcîtal re eleqeder dibim. Ez bi lîstikan mezin bûm. Berhemên nû jî kelekî kêfê didin meriv. Ji bo ku em dema xwe derbas bikin em berê xwe didin van lîstikan. Ew derdoreke civakî jî pêşkêşî mirov dike. Nabe ku ew weke nexweşiyê bê qebûlkirin. Atmosfereke tije kêf e.”

 

Heyvakesk a Tirkiye jî bi mebesta ku balê bikêşe ser vê qadê û li hemberî xetereya ku her berz dibe civakê hişyar bike, Kongreya Pêgiriyên Teknolojîk ya Navdewletî lidar dixe. Ji 15 welatan 35 pispor jî li kangreyê ne. Amadekar didin zanîn, ku ew ne li hemberî afirandina teknolojiyê ne lê ew li hemberî wê yekê ne ku pêgiriyên teknolojîk xelkê li jiyanê sar dikin û derûniya civakê têk dibe.

 

Serokê Heyvakeskê Prof. Mucahît Ozturk ji Rûdawê re got: “Heyvakesk bêhtir li hemberî pêgiriyên xoşberî têdikoşe. Di vê qadê de jî saziya herî kevn e li cîhanê. Lê curên nû yên pêgiriyan peyda dibin û yek ji wan jî pêgiriya teknolojiyê ye. Ew li ber dahatûya zarok û ciwanên me rîskeke mezin e. Em ne dijberê teknolojiyê ne lê divê teknolojî tenê bi qasî pêwistiyan bê bikaranîn.”

 

Keça Serokomar Erdogan û Nûnera Heyvakeskê, Esra Albayrak ku di vê kongreya telknolojiyê de beşdar bibû, diyar kir: “Em weke Hêyvakesk pêşî li ser rêgiriyan radiwestin. Me programek amade kiriye û ji rewdayê bigire hetanî lîseyê di astên cihê de birê ve diçe. Armanca wê jî hişyarkirina xelkê ye li hemberî têkçûna tenduristiya bi saya teknolojiyê. Em ji bo karên baştir jî berdewam in.”

 

Li gorî pisporan pêgiriya teknolojiyê herî zêde ji bo welatên afirînêr xetere ye. Lê li cîhanê tu welat ne xwedî bernameyeke têr û tiji ne ji bo rêgiriya van pêgiriyan.

 

Pispor, Dr. Eva Suryanî li ser wê mijarê dibêje: “Divê hemû welat xwedî polîtîkayên rêgiriya vê qadêbin. Lê li welatê me jî hîna tu bernameyên têrkar nîn in. Divê malbat jî hayîdar bin ji zarokên xwe û li dibistanan jî mamoste li ser vê yekê rawestin. Ji ber ku ew xetereyeke mezin e.”

 

Di 4mîn Kongreya Navdewletî ya Pêgiriyên Teknolojîk de rêbazên têkoşîna li hemberî mijarê, corên pêgiriyan û rewşa welatan tê nirxandin. Pêşniyaza kongreyê jî ew e ku dewlet vî aliyê teknolojiyê li ber çavan bigire û weke nexweşiyeke civakî jî têbikoşe. Kongre du rojan berdewam dike.