Krîz girantir û xelk hejartir dibe

Stenbol (Rûdaw) - Li gor raporeke ku ji hêla parlementerî CHPê ve hatiye amadekirin di sala 2021an de zêdetir ji 100 hezar esnafan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îflas kirine. Piraniya esnafên mayî jî ji ber bihabûna kirê, av, kareba û xerciyên din di jêr metirsiya îflasê de ne. Ji ber ku fatûrayên esnafan her ku diçin girantir dibin piraniya dikandarên biçûk sarınc û amûrên ku bi karebayê dixebitin êdî bikar nîn in. Qeyrana aborî berdewam xelkê dixe bin kontrola xwe.

Remzî Demîrê ku temenê wî 57 e û bavê du zarokan e berê xwedî kar û kargehbû. Cafeterya û firineke wî hebûn û 15 salan 30-40 kes li ba wî dişuxulîn. Lê qeyrana aborî û pandemiyê ew xiste binê deynan û yeko yeko neçar ma karkerên xwe ji kar derxe. Di dawiyê de jî neçar bû herdû kargehên xwe bigire û li vê meydanê simîtan bifiroşe. Qeyrana aborî ya li Tirkiye berdewam weke bi hezaran kesên din ew jî tûşî serobinbûneke mezin kiriye.

Remzî Demîr dibêje “Welehî êdî hew me karî berxe bidin. Me pêşiya xwe nedidît. Xwediyê dikanê kirê giran kir. Min mêzekir divê du sê salan ez bo kirêyê bixebitim. Bo wê min dev jê berda. Ez neçar mam berdim. Helbet zehmet û li meriv giran tê. Piştî 15 salan dîsan em neçar man bikevin kuçeyan. Lê em çi bikin dawiya dawî divê tu bixebitî.”

Li gorî Velî Agbaba yê parlementerê CHP bi dirêjahiya sala 2021an li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 101 hezar û 750 esnaf û dikandaran îflas kirine û kargehên xwe girtine. Ew amar di heman demê de ji hêla rojnameya Esnaf û Tamorê ve jî hatine piştraskirin. Li gor agahiyan hejmara kesên ku li wan kargehan dixebitîne jî herî kêm 300 hezar e ku ew jî bêkar man e. Esnafên mayî jî di bin heman gefê de ne.

Esnaf Kemal Erden got "Niha vê demê em di rewşeke ne baş de ne. Esnafan destpêkiriye dikanên xwe digirin. Herkes îflas dike. Nikarin kirêyên xwe bidin. Eger krêdî kert nebin kes nikare karê xwe berdewam bike. Pere têrî nake. Kirê û fatûra pişta me dişkînin. Sala çuyî 900 lîre faturaya karebayê dihat niha her meh du hezar 500 tê. Em nizanin meha pêş wê çiqas were.”

Esnaf Abûzer Ugûrl  ragihand “Îro kesê ku li cem dixebitim ji min pere dixwast. Divê fatûra hatiye pere bide min. Ez gelekî berketim. Ez bixwa bi ber wî ketim. Tûrê arvan meha çuyî 260 bû niha bûye390 lîre. Em nikarin bihayê nan zêde bikin ji ber ku ew sereketirîn xwarina xelkê ye. Tûrekî kunciyan295 lîrebû niha bûye 840 lîre.”

Di sala 2021ê de li gor sala 2020ê hejmara dikandaran ji sedî 21 kêm bûye û wek 287 hezar û 550 dikandar hatiye tomarkirin.  Herwiha di 2021ê de 81 hezar û 159 dikandaran navê xwe ji tomarê jê birine û 20 hezar û 591 dikandaran jî dest ji kar berdane û ev herî zêde di Kanûna 2021ê de pêk hatiye ku yek dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî gihiştibû 18.40î. Tenê di Kanûna 2021ê de 13 hezar û 16 dikandaran îflas kirine.