Erdheja Duzceyê tirs û xof xiste dilê welatiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Duzce yê Tirkiyê ku 23 sal berê jî erhêjeke mezin qewimîbû xelkê tirs û metirsiyeke mezin di ser xwe re avêt. Erdhêjeke di pileya 5.9an da bajar hejand lê encam sivik bû li gor pileya bilind. Xelkê bajêr şev li derve derbas kir. 2 kesan canê xwe ji dest dan û derdora 80 kesan jî birîndar in.

Gundiyên Saridere ya ser bi Duzceyê ve li hêlekê hewl didin tirsa erdhêjê li ser xwe biavêjin, li hêla din li bendê ne ku tespîta xisarê bi dawî were da ew jî li malên xwe vegerin.

Di erdhêja Duzceyê de xisareke zêde ya canî nîn e lê pile û tirsa pê re nîşan dide ku karesateke gelekî mezin bi sivikî hatiye derbaskirin.

Şêniyê Duzceyê Seyit Ahmet Duşuncelî li ser erdhejê got, “Erdhêj di demjimêr 04:00an de qewimî. Em di xewê de bûn lê bi tirs em şiyar bûn me xwe gîhand cîranan. Em bi tirs hatin mizgeftê. Tu xisareke zêde nîne lê me şev li derve derbas kir.”

Dîmenên li navenda bajêr asta erdhêj û metirsiya çûyî baştir nîşan didin. Dadheha bajêr di vî halî de ye.

Şêniyê Duzceyê Kemal Demir anî ziman, “Ez bi dengê sîrenan şiyar bûm. Min fam kir ku erdhêj e. Min xwe avêt ser zarokê xwe yê 3 mehî, min nizanî çi bikim. Dawiyê de me dua kirin, tiştekî ku meriv bike nîne.”

Erdhêj berbangê di demjimêr 04:08an de di kurahiya 10.6 kîlometreyan de qewimî. Li gor AFADê di asta 5.9an de, li gor Rasatxaneya Stenbolê jî di asta 6an de ye. Erdhêjê 45 çirke berdewam kiriye.

Parlementerê CHP Gokhan Zeybek jî li ser erdhejê got, “Tişta ku em li vir dibînin ew e. Her tiş heye, dewlet li vir e lê ew hebûna ku piştî erdhêjê heye divê beriya erdhêjê ji bo kêmkirina rîskê hebe, weke dewletên cîhanê yên pêşketî.”

Piştî erdhêjê xelkê bajêr şev li derve derbas kir. Nişteciyên bajêr vegeriyan malên xwe. Ew jî bi temamî koçber û penaberên li bajêr in.

Koçber Şeyma Omerzade anî ziman, “10 meh in ez û 3 zarok û hevjînê xwe li vir in. Em dixwazin biçin Ewropayê. Em bi tirs û xof derketin derve. Em pir tirsiyan. Xanî kevn in û ji ber tirsa ku wê dîsa erdhej bibe em newêrin vegerin. Me şev wiha derbas kir.”

Di encama erdhêjê de ku li 6 bajarên derdorê jî hate hîskirin 2 kesan canê xwe ji dest dan û derdora 80 kesan jî birîndar in. Li gor pileya bilind, encam gelekî sivik ma.