Pispor şirove dikin: Rexneyên tund ên YEyê ji bo Tirkiyê tên çi wateyê?

Stenbol (Rûdaw) – Yekîtiya Ewropa Rapora xwe ya di derbarê pêşveçûna Tirkiye de eşkere kir. Li gorî raporê Tirkiye ji endamtiya yekîtiyê gelekî bi dûr ketiye.

 

Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe de di warê, maf, azadî û dadî de rexneyên giran li Tirkiye digire. Rapora ku rexneyên herî tund û giran li Tirkiye dike, ev rapor e û Tirkiye jî rexneyên giran li Yekîtiya Ewropayê dike. Tirkiye dibê yekîtî bi alîgirî tevdigere.

 

Tirkiye zêdeyî 50 sal e hewl dide ku bibe endamê Yekîtiya Ewropa. Lê mesafeya ku ketiye navbera herdu aliyan îsal gihîştiye qonaxa herî  zêde.

 

Yekîtiya Ewropa di rapora xwe ya salane de dide zanîn ku Tirkiye bi gavên mezin ji pîvanên Ewropayê dûr dikeve. Di rewşa heyî de, endamtiya Tirkiye weke xeyal dimîne.

 

Koordînatorê AMNESTY Andrew Gardner di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Li Tirkiye rewşa mafên mirovan gelekî xirab e lê pêwendiyên siyasî bi Ewropayê re baş in. Digel hemû ew rewşa xirab û pêwendiyên baş berê pêkan nedibû. Lê niha peymanên bergirî û aborî nahêlin ku fişarên berbiçav li Tirkiye bibin. Girîngî beriya mafên mirovan bi bergiriyê tê dayîn. Ew jî dike ku rewş wiha be. Li gorî me ew şaş  e û ti tiştek ji mafên mirovan girîngtir nîn e.”

 

Rapora di derheqê Tirkiye de bi banga rakirina rewşa awarte destpê dike. Pişt re jî hemû hevok bi rexne û tawanên giran berdewam dikin.

 

Pêla girtin, destgîrkirin, ji kar derxistin û dadgehkirinên piştî hewla derbeyê di raporê de cihekî fireh digirin.

 

Li gorî raporê dadweriya Tirkiye ji bêalîbûnê dûr ketiye û mafên mirovî jî tu caran ewqasî nehatine binpêkirin.

 Di vê derbarê de akedemîsyen û siyasetmedar Ufuk Ûras jî got: “Em dizanin ku Yekîtiya Ewropa endamtiya Tirkiye naxwaze. Tirkiye jî her ku diçe hewesa xwe jidest dide. Lê Tirikye bi lez ber bi hilbijartinekê diçe û ew rapor gelekî bi qîmet e.”

 

Uras got, ku Tirkiye neçar e helwesta xwe ya li hember rexneyên Ewropayê nerm bike û wiha axivî:

 

“Tirkiye naxwaze pêwendiya xwe bi Ewropayê re qut bike. li aliyê din dengê kurdan bu hikumeta girîng in û ji bo wê Tirkiye neçar e ku gavên baş ên bi dilê Ewropayê biavêje.”

 

Rapor rexneyên herî giran jî di warê azadiya derbirîn û medyayê de dike. Parlementerên HDP yên girtî û ên ku posta parlemeniyê jê hatine stendin jî xaleke din a raporê ne.

 

Bêyî mijara koç û penaberiyê, ji bo hemû serdêrên raporê rexneyên tund li Tirkiye têne kirin.

 

Rayedarên Tirkiye jî bi heman tundiyê bersiva yekîtiyê didin û dibên rapor bi zimanekî alîgirane hatiye nivîsîn û neheqî li Tirkiye tê kirin