Parlamenterê CHPê: Karkeran weke kole didin xebitandin

Stenbol (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Alî Şeker derbarê karkerên balafirxaneya nû ya li Stenbolê tê çêkirin ji ber şert û mercên xirab ên kar ketibûn grevê se ragihand ku hikumet ji bo ku balafirxane heta 29ê Cotmehê bête qedandin karkeran weke kole dide xebitandin û ew jî dibe sedema mirin.


Di çarçoveya çalakiya karkerên balafirxaneya nû ya Stenbolê de parlemenê CHP yê Stenbolê Alî Şeker jî bo piştgiriya karkeran serdana kampa kir.


Alî Şeker ji Rûdawê re da zanîn ku hikumet ji bo ku balefirgeh heta 29ê Cotmehê bête qedandin karkeran weke kole dide xebitandin û ew jî dibe sedema mirin û encameke wiha.


Alî Şekir ji Rûdawê re wiha axifî: “Dibêjin em balafirxaneya herî mezin a cîhanê çêdikin lê xuya ye ew qereqolê herî mezin çêdikin. Karker daxwaza wê dikin da ku ne di binê van fişaran de lê di nava mercên mirovane de bixebitin. Em jî banga wê dikin da ku ew daxwazên wan ên mafdar demildest bi cî bên. Hejmareke zêde ya karkeran hatine destgîrkirin. Hun dibînin, li nava kampa karkeran, toma, seyareyên zirxpoş û ên leşkerî rawestiya ne.”


Derbarê vê mijarê de Serokê Sendîkaya Karkeran Ozgur Karabulut jî ragihand ku karker pir têne hênciqandin û ew dê encamên girantir bi xwe re bîne.


Serokê Sendîkaya Karkeran Ozgur Karabulut jî wiha got: “Vê serê sibê deriyê karkeran hate şikandin û hevalên me hatin binçavkirin. Hin hevalên me jî bi darê zorê bo qada kar hatin birin. Me hin hevdîtin bi rêvebiran re kirin lê tu gaveke erênî nîn e. Ew me weke xayînên niştiman bi nav dikin. Fişar û zehmetî ti caran nikare bi serkeve. Karker gelekî bi hêrsin. Meaşên wan neyên dayîn, nikarin rawestin û karê wan giran e. Nêzikî 10 hezar karker tenê li vê kampê ne û bi hêrsin jî.”