Opozisyona Sûriyê piştgiriya operasyona rojhilatê Feratê dike

Stenbol (Rûdaw) - Operasyona li hemberî Rojavayê Kurdistanê ku di jêr kontrola hêzên Kurdî de ye destpê dike. Serokomarê Tirkiye ragihand ku wan amadekariyên xwe anîne asta dawîn û operasyon di demeke nêz de destpê dike. Eşkere bû ku Tirkiye digel opozisyona Sûriye jî beriya demekê pêvajoyeke amadekarî û danûstandinên bo operasyonê daye destpêkirin û grûbên çekdar ên Sûrî bo vê seferber kirine.

 

Di nava opozisyonê de li ser operasyona Tirkiyê ya bi ser Rojavayê Kurdistanê de nêrînên cuda hene. Beşa ereb helwesta xwe digel Tirkiye eşkere dike lê kutleya Kurd bang li du aliyan dike da ku PYD berê xwe bide yekitiyeke navxweyî û Tirkiye û hêzên din jî beriya şer rêbazên aştiyane biceribînin.

 

Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan di gotareke xwe de,  da zanîn da ku operasyonên ku wan heta niha kirine tenê xwe germkirinbûye û pêngava wan ya esil niha dest pê dike. Erdogan dibêje ew di demeke pir nêz de li hemberî rojhilatê Feratê operasyoneke mezin didin destpêkirin û wê herêmê seranser ji jêr kontrola hêzên Kurdî derdixin. Eşkere jî bû ku Tirkiye beriya demekê hejmara hêzên çekdar ên Sûrî xwestiye û ew perwerde kirine.

 

Endamê Komîteya Ragihandinê yê Îtilafa Opozisyona Sûriyê Yehya Mektebî ragihand: “Em piştgiriya operasyonê dikin, em dixwazin xaka Sûriyê yekparçeyî bimîne. Di heman demê de jî em li ser wê yekê rijd in ku hemû pêkhateyên Sûriyê bigihêjin mafên xwe, ji aliyê ziman, rewşenbîrî, kultûrî û siyasî ve . Bê guman birayên me yên Kurd jî di ser wan pêkhateyan de ne, bi taybetî devera Minbic, ji sedî 80 nişteciyên wê Ereb in.”

 

Operasyona li hemberi vê herêmê demeke dirêj e di rojeva Tirkiye de ye. Di demên dawîn de jî teqemenî û hêzên leşkerî ber bi wê herêmê ve têne veguhestin. Amerîka ku piştgiriya wan a digel HSDê berdewam e bi daxuyaniyekê ne maqûliya wê operasyonê eşkere kir. Hêzên mixalîf ên Sûrî jî amadekariyên xwe dikin da ku berê xwe bidin Rojhilatê Firatê.

 

Beşa Kurd di nava opozisyonê de ENKS balê dikêşe ser destpêkirina dijminatiyeke dirêj di nava Kurd û Ereban de û banga yekîtiya Kurdan û çareseriyeke aştiyane dike.

 

Cîgirê Serokê Îtilafa Opozîsyona Sûriyê û Endamê ENKSê Abdulbasît Hemo ragihand: “Metirsî heye ku şerekî navxweyî di navbera Kurd û Ereban de çêbibe û ev şer jî dê dirêj bibe. Em dibînin ku bi çareseriya leşkerî miletê me yê Kurd zirar bike, ji ber vê yekê helwest ev e ku divê aliyê din jî PYDê hinekî bi cidî van lihevhatin û van êrişan bi çavekî xurt lê binêre, ji bedêla ku hawara xwe û banga xwe bikşîne Beşar Esed û hikûmeta Sûriyê, divê banga bişîne gelê xwe yê Kurd, ENKS û Serokê Herêma Kurdistanê û partiyên Kurdistanî  daku karibin yekrêziya gelê Kurd li ser esasekî rast û dirust, rê li pêşiya kina xelkê bigrin.”

 

Daxuyaniya Erdogan li Tirkiye jî bû rojeva sereke. Beşek ji pispor û medyayê operasyona eger bi hilbijartinên herêmî ve girê didin. Li gorî wan ew operasyon dê egeriya xetereyên mezin jî bi xwe re bîne û balê dikêşin ser ne qayîlbûna Amerîkayê. Beşa din jî operasyon û kontrolkirina temamê Rojavayê Kurdistanê weke rizgarkirina welatê xwe ji hemû talûke û egeriyan dinirxînin.