Li Stenbolê baxê giya û nebatên derman
Stenbol (Rûdaw) – Baxê Nebatên Pizîşkî ku beriya çend salan ji aliyê Şaredariya Zeytînbûrnû ya Stenbolê ve hatibû çêkirin, niha bi nebat, dar û fêkiyên xwe balê dikişe. Bi sedan corên nebatan ên ku ji bo çêkirina dermanên pizîşkî têne bikaranîn têne berhevkirin. Hemû karûbar û çandina van nebatan bi şêweyên organîk têne kirin û ti dermanên kîmyewî jî nayên bikaranîn.
Bajarekî dêwendam ê ku ji beton û avahiyan pêk tê, di navê de jî baxekî balkêş ê ku ji sedan corên nebatan, dar û kulîlkan pêk tê. Ev der Baxê Nebatên Pizîşkî ye, li Zeytînbûrnû ya Stenbolê. Li nava vî baxî her tişt bi şêweyên organîk û xwezayî têne çandin, tovên wan bi temamî xwezayî ne û hemû corên van nebatan jî ew cor in ku li qada tibî weke derman têne bikaranîn.
Biyolog Tûgçe Aba Sevencan derbarê vê baxê de ji Rûdawê re got: “Li nava baxê tu dermanên kîmyewî nayên bikaranîn. Em li vir têkoşîneke biyolojîk birêve dibin. Li Tirkiye baxekî din ê ku ewqasî coran li xwe digire nîn e. Ew der ji bo ewqas cor cihekî teng e. Lê em weke nimûne kar dikin. Em hemû berhem û çiloyan berhev dikin, wan hişk dikin û bo qada pizîşkî vedişêrin. Heta niha jî me gelek encamên baş bi dest xistine.”
Li nava vî bexçeyê balkêş nêzikî 750 corên fêkî, dar, gilûgiya, kulîlk û nebatên cihê hene. Ew balcan îsot û kundir 70-80 salî ne û tovê wan bi baldarî tê parastin. Bax di sala 2005an de li ser 14 hezar metre çargoşe hate çandin. Niha êdî hemû nebat berhemên xwe didin.
Di nava baxê de serayek jî hatiye çêkirin û di hundirê wê de jî nebat û darên tropîkal hatine çandin. Ji gelek zanko û akademiyên pizîşkî jî eleqe bi vir didin û ew der bûye mijara bi dehan tez û xebatên zanistî jî.
12 kes di nava vî baxî de kar dikin û zêdeyê wan, tenê ji bo ku karibin bi ax û xwezayê re eleqeder bibin bi xwebexşî kar dikin.
Cotkarê Baxê Osman Nûrî Çîrişoglû diyar kir: “Ji avakirinê vir ve ez li nava vî baxî kar dikim. Xebatkarê herî kevn ez im. Ji tesîsata kareba û avê bigire hetanî çandi, kolan û çinîna nebatan li her quncikekî vir keda min heye. Ajalan xwedî dikim, fêkiyan diçînim û wan mezin dikim. Ez bi xwebexşî û bi hez li vir dixebitim.”
Yekemîn baxê nebatên pizîşkî ne tenê mazûbaniya nebatan lê mazûbaniya gelek corên ajalan jî dike. Mêşhingiv, mirîşk, req, tawûs, kêroşk û çend corên din.
Tov û berhemên hemû nebatan û çiloyên wan dema ew kamil dibin têne berhevkirin û her yek ji bo ku weke nimûne bibe madeyê dermanekî têne veqetandin. Hemû kar û xebat li gorî pîvanên cotkariya berê têne kirin.
Dema nexweşiyek li nebatekî rabe jî, çend corên din têkelî hev têne kirin û ew weke derman li wan têne reşandin.
Hemwelatiya bi navê Zeynep Oger jî got: “Ew der ji bo me cihekî gelekî xweşik e. Em li nêzikî vir di kirêcî ne lê ji ber ku ew bax li vir e, em naçin meheleyeke din. Zarok li nava vir gelekî kêfxweş dibin û ji stresê rizgar dibin. Ajal jî hene û ew zarokan kêfxweş dike. Em du rojan carekê tên û li nava baxê digerin û zarok şa dibin.”
Armanca baxê nebatan ew e ku corên nebatên pizîşkî bêne parastin û zêdekirin, teşfîqkirina bikaranîna wan ya li qada pîzîşkî û amadekirina cihêkî xwezayî ye ji bo perwerde û xebatên zanistî. Dema tov û berhemê hin nebatan zêde bibin jî ew li welatiyan têne belavkirin. Gelek festîvalên pêwendîdar, dîdarî û bernameyên taybet jî li nava baxê têne lidarxistin.