Caferî û Elewiyan li Stenbolê şîna Huseyîn û şehîdên Kerbelayê girtin
Stenbol (Rûdaw) – Caferî û Elewiyan li Stenbolê şîna Huseyîn û şehîdên Kerbelayê girtin û di mêrasîmê de bi rengê Îran û Heşda Şaibî dirûşm û sirûd hatin bilindkirin.
Meha Muharremê ku ji bo Şîa, Caferî û Elewiyan meheke şîn û elemê ye bi merasîm û dîdariyên gerandina şîna Îmam Huseyîn û şehîdên Kerbelayê ber bi dawiyê ve diçe. Li gelek welat û gelek bajarên ku ew lê dijîn dîdarên berfireh birêve diçin. Mezintirîn merasîma şîngirtinê li Tirkiye jî Stenbol bû. Bi deh hezaran caferî û şîayên ku li Tirkiye dijîn li Stenbolê kom bûn û şîna Husayîn û şehîdên Kerbelayê girtin.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, ji AK Partî, ÎYÎ Partî û MHPê jî parlementer û payebilind amadebûn.
Caferiyên ku hejmara wan a li Tirkiye ji sedî 3yê nifûsa giştî ne bi vê merasîmê ne tenê şîn girtin. Di heman demê de hêza xwe ya siyasî jî nîşanî layenên siyasî dan. Balkêş bû ku tevî hebûna hemû partiyên din HDP nehatibû vexwendin û di hemû gotaran de jî behsa biratî, wekhevî û mîrasa Huseyîn dihate kirin lê binê hemû hevokan jî bi yek dewletî, yek netewî û yek alê dihate sorkirin.
Dîmenên merasîma li navçeya Halkalî ku dikeve aliyê Stenbol ê Ewropayê, ne ji dîmenên merasîmên li Qûm a Îranê, Necef û Kerbelaya Iraqê dûr bûn.
Caferiyên ku li Tirkiye dijîn ji hemû salên din qerebilixtir û deng bilindtir diherikin qada şîngirtina Îmam Huseyîn û Şehîdên Kerbelayê. Awêne û atmosfera heyî cihê gelek şik û gumanan e ji ber rûdanên ku berdewam li Rojhilata Navîn diqewimin.
Beşdarî Emîr Elî Akgozlû got: “Karesata Kerbelayê ya rabirdûyê û Kerbela ya îro hema bêje yek e. Ê me dirûşmeke me heye: Her roj aşûre û her der Kerbela. Wê demê jî yezîdî hebûn îro jî yezîdî hene. Wê demê jî Huseynî hebûn îro jî Huseynî hene. Rûdana li Kerbelayê ne hêsan û ne ji rêzê ye. Du peyamên Îmam Huseyîn hene. Yek, derketina li dijî zaliman û ya din jî parastina heqê xwe.”
Beşdarî Mûhammed Şeren jî gto: “Eger hun behsa karesata Kerbelayê bikin ew li Kerbelayê ma. Lê eger hun bêjin gelo Kerbelaya rastîn berdewam e belê berdewam dike. Li Bahreynê, Li Filîstîn, li Sûriye, li Yemenê her roj bombe bi zrokan têne barandin. Li gelek welatên din ku medya nîşanî me nade jî dengê mezlûman tê lê em wî dengî nabihîzin.”
Rastiya ku Caferî û Şîayên li Tirkiye nîşan didin hêza wan ya siyasî ye. Bêyî HDP hemû partiyên siyasî jî ketine pêşbaziyê da li wir bin. Bêyî HDP hemû partî vexwendî ne û Konsolosê Îranê yê Stenbolê jî amade ye. Pêşengê Caferiyan di gotara xwe de bang li beşdaran dike da li hemberî Yezîd û zilimkaran bêdeng nemînin. Lê sîwana ku gotara xwe lê dihewîne ev e..
Lîderê Caferiyan li Stenbolê Selahattîn Ozgunduz jî got: “Xwedê neke eger ew niştiman rojekê bi xetereyekê ve rûbirû bimîne, ew milet û zêdirî van û ewê ku niha derve tije kirine amade ne da sîngê xwe vekin û bo vê niştimanê bikin mertal. Ez 3 xetên me yên sor jî bînim zimên û dawî lê bînim. Yek; yekitiya me ya netewî, du; yekmayîna welatê me û sê; bekaya deleta me. Ew hersê xetên me yên sor in.”
Tevî ku piraniya welatên misilman di bin givaşa tundirew, lîderên tund, rêxistin û kesayetên oldar de ye û hejmara herî zêde ya mezlûm û mexdûran li van welatan e, ji bo beşdaran Yezîdên serdemê gelekî dûrî van welatan in.
Beşdarî Cemal Boşgelmiş jî got: “Di cîhana îro de yên ku weke yezîd tevdigerin û serê mar Emerîka ye. Yek jî Ermenistan e.”
Di merasîma Caferiyan de derûşm û sirûdên ku dihatin bilindkirin zêdetir û eşkere rengê Îran û Heşda Şabî lê ye. Ji bo asankirina beşdarbûna xelkê û birêveçûna vê merasîma cemawerî ji hêla şaredarî û desthilatê ve çi pêwîstî hebe hatiye dabînkirin. Girîngiya ku bi hêza caferiyan tê dan nîşaneya wê yekê ye ku rêyeke xweştir bo meyla Şîa û bayê Îranê tê vekirin û şîna Huseyîn û hin hesabên din têkal dibin.