Kurdên Stenbolê: Partiyên Tirk bûne yek çima em nebin yek

Stenbol (Rûdaw) - Pêvajoya hilbijartinên pêşwext li Tirkiye destpêkir û hemû partî amadekariya bangeşeyên xwe dikin. Kurd weke hemû hilbijardinan dîsa bandora encama sindoqan li xwe digirin. Bi milyonan kurdên li Stenbolê jî bi şkestina hêviyên mezin xwe li hilbijartinan digirin. Ji hemû layenên siyasî jî banga yekîtiyê û kombûna li dora namzetek hevpar dubare tê.

 

Mihemed yek ji xelkê Bakûrê Kurdistanê ye. Lîstikvaniya sînemayê û çend qebîliyetên wîn ên hunerî hene. Lê ji ber ku hemû dem û dezgehên kurdan hatine girtin, ew di vê dikanê de titûn difiroşe û hunermediya xwe jî bo xwe û mişteriyên xwe berdewam dike. Dikana wî di nava rojê de dizivire navendeke nîqaşên hilbijartinan.


Ew û bi milyonan kurdên din ên Stenbolî, bi nebûna heyecana her dem, roja xwe dipên ku herin ser sindoqan. Bi hêviya yekbûna hemû kurdan.


Hunermend û esnafê Kurd  Mehmet Ûnal ji Rûdawê re wiha axifî: “Ez dixwazim hemû partiyên Kurd yekbin. Binerin partiyên tirkan hemî hatine ba hev. Gişt bûne yek. Faşîstên xwe bûne yek, îslamîstên xwe bûne yek. Lê kurd nayên ba hev. Hêviya me ew e ku hemû bên ba hev û bibin yek. Di hemûyan de pirsgirêk hene. Nayên ba hev. Alîkariya hev nakin. Dema serê wan diêşê xwe diavêjin Tirkan.”


Beriya rewşa awarte, Kurd li komele, sendîka, navendên çandî, partî, weqif û saziyên xwe yên din kom dibûn. Lê niha nirx û guftigoyên wan ên siyasî li cafeterya, qehwexane û çayxaneyan birêve diçin. Tu ji kîjanî bipirsî, vê hilbijartinê weke hilbijartina xwe nabînin. Lê heman bang ji devê wan derdikeve ku Kurd êdî tenê pişta xwe bidin hev.


Welatiyê bi navê Ûlaş Erkiran jî diyar kir ku  hêviya hemû kurdan yekîtiyek e û wiha wiha nêrîna xwe anî ziman: “Lazim e Kurd hemû çi bikin çawa bikin yekitiyekê avakin û biçin ser sindoqan û li hemberî van, dengê xwe bidin vê yekîtiyê. Dewleta tirk ne tenê ji bo HDP lê ji bo hemû Kurdistaniyan tu tiştekî nafikire xeyrî kuştina wan.”


Esnaf û xwendekar Jiyan Kara jî dibêje: “Ew hilbijartin li gorî min ne hilbijartina me Kurdan e. Hilbijartina Tirka ye. Em jî kurdên ku em bi tirkan re dijîn wezîfeyek me heye û emê herin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Emê dengê xwe bidin partiya xwe.”


Muzisyên Olgun Eren derbarê hilbijartinnan de wiha axifî: “Ji bo ku atmosfereke aştiyane ya di navbera Tirk û kurdan de pêk were ew hilbijartin girîng e. Divê Kurd daxwazên xwe bi cidiyet bînin holê û bi partiyên Tirkan re bazarê bikin. Lê beriya her tiştî divê em yekîtiya xwe di nava xwe de ava bikin.”


Zêdeyî 5 milyon Kurd li vî bajarî dijîn. Dengê wan ji bo encama hilbijartinan rola mifteyê li xwe digirin. Derdora 1.5 milyon dengên Kurdan hene lê heta niha hîç partiyeke Kurdan ji sê paran pareke wan dangan jî bidest nexistiye. Lê geşedanen du salên dawîn, rêwşê berv bi guhertinê ve dikêşin.